DI ROJHILATA NAVÎN DE BILANÇOYA ŞER GIRAN DIBE: HEJMARA KUŞTIYAN ZÊDE DIBE, TEHRAN BI XETERA ÇEVRESAL RE RÛ BI RÛ YE

DI ROJHILATA NAVÎN DE BILANÇOYA ŞER GIRAN DIBE: HEJMARA KUŞTIYAN ZÊDE DIBE, TEHRAN BI XETERA ÇEVRESAL RE RÛ BI RÛ YE

Li Rojhilata Navîn şerê ku di navbera DYA, Îsraêl û Îranê de didome her ku diçe girantir dibe. Dema ku şer didome, ne tenê hejmara kuştiyan bi lez zêde dibe, her weha herêm bi krîza mirovahî û çevresal jî rû bi rû maye.

Ragihandinên ku ji rêveberiya DYA hatine kirin nîşan didin ku biryara dawî li ser rêya şerê li dijî Îranê dê ji aliyê Serokê DYA Donald Trump ve were dayîn. Axivparêza Qesra Spî Karoline Leavitt got ku Trump dê bi xwe biryar bide ka “teslîmbûna bê şert û merc a Îranê” kengê pêk tê.

Wezîrê Parastinê yê DYA Pete Hegseth jî got ku artêş ji bo Trump “hemû vebijarkên zêde” amade kiriye û kontrola leza şer û rêjeya operasyonan di destê serok de ye.

Li artêşa DYA windahî

Li gorî daneyên Pentagonê, ji destpêka şerê ve 7 leşkerên DYA hatine kuştin û 140 leşker jî birîndar bûne. Ji wan birîndaran 8 kes di rewşek giran de ne.

Li Îranê bilanço giran û hilweşîna binyadê

Ji destpêka şerê ve heta niha, bi piranî li Îranê, herî kêm 1.940 kes jiyana xwe ji dest dane. Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku hejmara birîndaran ji 15 hezar kesan zêdetir bûye.

Sîvîlên Îranî dibêjin ku êrîşên DYA û Îsraêlê ne tenê hedefên leşkerî, lê her weha mal, dibistan, mizgeft û nexweşxaneyan jî hedef girtine. Li derdora paytext Tehran dumanek giran ji depoyên petrolê yên dişewitin rabûye û asîmanê girtîye. Di hin herêman de jî hate ragihandin ku “barana reş” barîye.

Pisporên tenduristiyê hişyar dikin ku ji ber madeyên zêhrî û metalên giran ên ku di hewayê de belav bûne, di demên dirêj de xetera nexweşiyên kanserê, rêyên nefesê û pergala sinirî dikare zêde bibe.

Li Lubnanê koçberiya mezin

Tesîrên şerê krîza mirovahî ya herêmî mezintir dike. Li Lubnanê rewş her ku diçe xirabtir dibe. Rêxistina Koçberiya Navneteweyî (IOM) ragihand ku ji ber êrîşên Îsraêlê nêzîkî 700 hezar kes ji cihên xwe hatine derxistin.

Tenê di 24 demjimêrên dawî de nêzîkî 100 hezar kes wekî kesên ku ji cihên xwe hatine derxistin hatine qeyd kirin. Gelek kes niha li dibistanan, di otomobîlan de an jî li ser kolanan radizên.

Li herêma Kendavê gerîlim didome

Welatên Kendavê jî ji tesîra şerê bêpar ne man. Emîrtiyên Ereban ên Yekbûyî û Qatar ragihandin ku pergala parastina asmanî ya wan gelek fuzeyên Îranî di hewayê de tune kirine.

Li Erebistana Siûdî jî tîmên parastina sivîl ragihandin ku li bakurê paytext Riyadê dronek ketîye û li deverek niştecihiyan zirarek maddî çêkiriye, lê tu kes ne hatîye kuştin.

Li Îsraêlê hejmara kuştiyan zêde bû

Serokwezîrê Îsraêlê Binyamin Netanyahu di peyamek vîdyoyî de ji gelê Îranê re got ku “em şert û mercan diafirînin da ku hûn bikarin qederê xwe vegerînin”.

Ji aliyê din ve, nexweşxaneyek li nêzî Tel Avivê ragihand ku yek ji kesên ku di êrîşa fuzeyê ya Roja Duşemê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest daye. Bi vî awayî hejmara kuştiyan li Îsraêlê ji destpêka şerê ve gihîştiye 14 kesan; ji wan 12 sivîl û 2 jî leşker ne.

Share this content:

Post Comment