YPJ ŞEHADETA DU ŞERVANÊN XWE RAGEHAND

YPJ ŞEHADETA DU ŞERVANÊN XWE RAGEHAND

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bi daxuyaniyek nivîskî şehadeta du şervanên xwe Deniz Întîqam û Gerîla Çiya, yên ku di sala 2018’an de şehîd bûne, ragihand. Di daxuyanîyê de hate diyarkirin ku her du şervan di berxwedana Efrînê de bi fedakarî şer kirin û hemû şehîdên ku di rêya azadiyê de canê xwe dane bi rêzdarî hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di dîroka berxwedana gelê Kurd de jin her dem roleke girîng lîstine û Şoreşa Jin a Rojava berdewamiya vê kevneşopiya têkoşînê ye. Deniz Întîqam û Gerîla Çiya bi fedakariya, lehengiya û xebata xwe di nav sembolên berxwedanê de cih girtin.

Daxuyanî diyar dike ku her du şervan di berxwedana dîrokî ya Efrînê de heta nefesa dawî li dijî dagirkeran şer kirin û ji bo parastina nirxên civakî û mirovahî bi îradeyeke mezin têkoşiyan.

Li gorî daxuyanîyê, Cemîle Seîd a bi navê şoreşgerî Deniz Întîqam li Efrînê di malbateke welatparêz de mezin bû, di sala 2012’an de beşdarî têkoşîna azadiyê bû û piştî destpêka Şoreşa Rojava di avakirina YPJ de roleke çalak girt. Wê perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî wergirt û di Efrîn, Kobanê û Cizîrê de beşdarî xebatên parastinê bû. Di 7’ê Tîrmeha 2018’an de li navçeya Raco ya Efrînê şehîd bû.

Rewşen Eswed a bi navê Gerîla Çiya jî li Efrînê ji dayik bû û di sala 2016’an de beşdarî YPJ bû. Di demeke kurt de bi îrade û biryardariya xwe di nav rêzên têkoşînê de derket pêş. Di daxuyanîyê de hate diyarkirin ku wê azadî, yekîtiya gelan û têkoşîna jinan wek bingehên jiyana xwe qebûl kir û di 8’ê Adara 2018’an de di berxwedana Efrînê de şehîd bû.

YPJ di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand ku di şahsê Deniz Întîqam û Gerîla Çiya de hemû şehîdên azadiyê bi rêz û spas tîne bîra xwe û soz da ku têkoşîna wan bi serkeftinê bidomîne.

Di daxuyanîyê de her wiha agahiyên nasnameyî yên her du şehîdan jî hatin weşandin. Li gorî wê, Cemîle Seîd (Deniz Întîqam) di 1’ê Çileya 1998’an de li Efrînê ji dayik bû û di 7’ê Tîrmeha 2018’an de şehîd bû. Rewşen Eswed (Gerîla Çiya) jî di 5’ê Çileya 2001’an de li Efrînê ji dayik bû û di 8’ê Adara 2018’an de şehîd bû.

Share this content:

Post Comment