HEYETA ÎMRALIYÊ LI MECLÎSÊ SERDANA DEVLET BAHÇELÎ KIR
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsa Tirkiyeyê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re civiyan.
Civîn di saet 12:00’an de dest pê kir. Ji aliyê Heyeta Îmraliyê ve Pervîn Buldan û Mithat Sancar beşdar bûn. Hat ragihandin ku di civîna ku li derveyî çapemeniyê pêk hat de nirxandinên li ser pêvajoyê hatin kirin.
Civîn nêzîkî 40 deqeyan dom kir. Piştî dawîbûna civînê, Devlet Bahçelî ji Meclîsê derket. Heta niha li ser naveroka civînê ji aliyê her du aliyan ve daxuyaniyek bi hûrgulî nehatiye kirin.
Share this content:



Post Comment