WEZÎRÊ PARASTINA NETEWÎ YA TIRKIYÊ: ÎDÎAYAYA KU ENDAMÊN BÊGANE YÊN DSG’Ê DÊ BÊNE TIRKIYÊ RAST NÎNE
Wezareta Parastina Netewî ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku îdîayaya ku hêmanên biyanî yên di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk (DSG) de ji Sûriyê derkevin û beşek ji wan dê werin Tirkiyê, rastiyê nîşan nade. Wezaretê herwiha got ku pêvajoya ku di çarçoveya têgihiştina “yek dewlet, yek artêş” de li Sûriyê tê meşandin ji nêz ve tê şopandin.
MSB di civîna heftane ya agahdarkirina çapemeniyê de derbarê çalakiyên Tirkiyê li Sûriyê de agahî da. Wezaretê ragihand ku projeya duyemîn a pirsa ser avê ya li ser çemê Firatê, ku bi hevkariya Hêzên Leşkerî yên Tirkiyê û artêşa Sûriyê dihat meşandin, di 30ê Tebaxê de hatiye qedandin.
Hat ragihandin ku pirsa nû, ku li şûna pirsa ku berê ji ber lehiyê hilweşiya hatiye avakirin, dê di hêsankirina veguhastina di navbera her du aliyên çemê Firatê de beşdarî bike. MSBê got ku ev proje yek ji nîşaneyên berbiçav ên hevkarî û piştgiriya di navbera hêzên çekdar ên her du welatan de ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Tirkiye dê piştgiriya xwe ya ji bo bihêzkirina ewlehî û îstiqrara Sûriyê, pêşxistina kapasîteya wê ya sazûmanî û aramî û refaha gelê Sûriyê bidomîne.”
“ÎDÎAYAYÊ RASTIYÊ NÎŞAN NADIKE”
MSBê got ku pêvajoya fesxkirinê, ku di çarçoveya parastina yekparetiya erdî ya Sûriyê û bihêzkirina têgihiştina “yek dewlet, yek artêş” de tê meşandin, ji nêz ve tê şopandin.
Wezaretê di heman demê de bersiv da îdîayayan ku hêmanên biyanî yên DSG’ê dê ji Sûriyê derkevin û beşek ji wan dê werin Tirkiyê. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Îdîayaya ku hêmanên biyanî yên endamên DSG’ê dê ji Sûriyê derkevin û beşek ji wan dê werin Tirkiyê, rastiyê nîşan nade.”
KONFERANSA RAGIHANDINÊ YA NATO’YÊ LI STENBOLÊ DÊ BÊ LI DAR XISTIN
MSBê herwiha ragihand ku Konferansa Ragihandina NATO’yê, ku dê tê de nêzîkatiyên ragihandinê yên NATO’yê li hember rewşa ewlehiyê ya heyî û pêşketinên di warê ragihandina stratejîk de bêne nîqaşkirin, dê di navbera 7 û 10ê Îlonê de li Stenbolê bê lidarxistin.
Hat ragihandin ku konferans dê li Fermandariya Navenda Şerê Hevbeş a Pir-Neteweyî ya li Stenbolê bê lidarxistin.
DAXUYANIYA MSB’Ê DERBARÊ ÎSRAÎLÊ DE
MSB di daxuyaniya xwe de herwiha behsa siyaseta Îsraîlê ya li herêmê kir. Wezaretê îdia kir ku hikûmeta Îsraîlê “helwesta xwe ya berfirehker û êrîşkar”, ku armanc dike Rojhilata Navîn bike qada pevçûnê, didomîne.
Di daxuyaniyê de hat îddîakirin ku Îsraîl operasyonên leşkerî yên ku yekparetiya erdî ya Sûriyê û Lubnanê binpê dikin didomîne, çalakiyên niştecihbûna neqanûnî li Filistînê teşwîq dike û li Qudsê tevgerên ku statûya dîrokî û qanûnî ya cihên pîroz binpê dikin pêk tîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku helwesta Îsraîlê zirarê dide ewlehî û îstiqrara herêmî û gerdûnî, û van siyasetên wê baweriya gelên herêmê bi hiqûqa navneteweyî jî lawaz dikin.
MSBê got ku dê ji bo peydakirina aramî û îstiqrarê li herêmê xebat bidomin û civaka navneteweyî berpirsiyar e ku li hember siyasetên Îsraîlê “tedbîrên konkret û bi bandor” bigire.
Share this content:



Post Comment