WALÎYÊ HESEKÊ NUREDÎN EHMED: EM PLAN DİKIN ZANÎNGEHEKE NÛ AVA BIKIN

WALÎYÊ HESEKÊ NUREDÎN EHMED: EM PLAN DİKIN ZANÎNGEHEKE NÛ AVA BIKIN

Walîyê Hesekê Nuredîn Ehmed ragihand ku ji bo ku Hesekê jî wek parêzgehên din ên Sûriyê xwediyê zanîngeheke xwe be, ew li ser projeya avakirina saziyek nû ya xwendina bilind dixebitin.

Ehmed di axaftina xwe ya taybet ji Rûdawê re de got ku pêvajoya yekgirtina avahiyên îdarî û saziyên mayî yên li Hesekê li gorî plana diyarkirî berdewam dike. Wî diyar kir ku ji bo temamkirin û aktîfkirina saziyên mayî jî xebat berdewam in.

Ehmed anî ziman ku di vê çarçoveyê de heyetek ji Wezareta Veguhastinê ya Sûriyê hat Hesekê û rewşa heyî û mekanîzmaya xebata rêveberiya veguhastinê ji bo yekgirtina wê lêkolîn kir. Li gorî gotinên wî, amadekariyên avahiyê, lîsteyên karmendan û agahiyên wesayîtan hatine temamkirin û tê plan kirin ku vê mekanîzmayê di demeke nêzîk de dest bi kar bike.

Herwiha, Ehmed got ku di nav parêzgehê de “Rêveberiya Pêşketina Îdarî” hatiye damezrandin û ji bo aktîfkirina vê yekîneyê planek tê meşandin. Wî herwiha diyar kir ku xebatên ji bo temamkirina pêvajoya tayînkirina serokên şaredariyan, rêveberên navçeyan û bajarokên parêzgehê jî berdewam dikin.

JI BO NASÎN Û QEBÛLKIRINA DÎPLOMAYÊN ZANÎNGEHA ROJAVA MUZAKERÎ DIDEWOMIN

Ehmed di mijara perwerdehiyê de jî axivî û bal kişand ser hevdîtinên bi Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê re. Li gorî agahiyên ku wî dan, komîteyên taybet hatine damezrandin da ku muzakerên ji bo nasîn û qebûlkirina dîplomayên Zanîngeha Rojava bidin meşandin.

Ehmed derbarê projeya avakirina zanîngeheke nû li Hesekê de jî agahî da û got ku armanc ew e ku avahiyên zanîngehan ên heyî di bin banê zanîngeha nû de bên yekgirtin.

Ehmed got: “Niha li parêzgeha Hesekê em hewl didin zanîngeheke nû ava bikin da ku vir jî wek parêzgehên din xwediyê zanîngeheke xwe be. Plana me ew e ku fakulteyên girêdayî Zanîngeha Firatê û Zanîngeha Rojava di bin banê vê zanîngeha nû de yek bikin.”

Share this content:

Post Comment