YRK ŞEHÎD SİMKO SERHILDAN DI 15’EMÎN SALVEGERA ŞEHADETA WÎ DE BÎR ANÎN
Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK), di 15’emîn salvegera şehadeta Fermandarê Mezin Şehîd Simko Serhildan de daxuyaniyek nivîskî weşand.
YRK di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Şehîd Simko Serhildan bi jiyana xwe ya şoreşgerî û şerkerî bûye fermandarek ku rê û arasteya têkoşîna azadiyê diyarkiriye. Di daxuyaniyê de, bi taybetî şehîdên Şerê Qendîlê yê sala 2011’an û hemû şehîdên şoreşê hatin bibîranîn û soz hat dayîn ku têkoşîna wan were mezin kirin.
YRK anî ziman ku têkoşîna Şehîd Simko ji bo wan rûmet û berpirsiyariyeke mezin e û got ku ew di tevahiya jiyana xwe de li ser rêça ramana Apoyî û têkoşîna şoreşgerî meşiyaye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Şehîd Simko bi beşdariya xwe helwesta gelê Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî komployê nîşan daye û ji bo ku xwe li ser felsefe û îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan ava bike, xebatek xurt meşandiye.
YRK ragihand ku Simko ji bo girtina erk û berpirsiyariyên gerîlayên azadiya Kurdistanê û bûna yek ji pêşengên Şerê Gelê Şoreşger xebateke dijwar û berdewam kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi kesayetiya xwe ya piralî di qadên cuda yên xebatê de roleke pêşeng lîstiye û li ser hevalên xwe bandoreke mezin kiriye.
Di daxuyaniyê de Şehîd Simko wek nimûneyek di helwesta rêxistinî, îdeolojîk û fermandariyê de hat nîşandan. Hat diyarkirin ku ew li herêmên cuda yên Kurdistanê têkoşîna xwe domandiye û bi civakê re girêdanên xurt ava kiriye.
Fermandariya YRKê got ku Simko di dawiyê de serpêhati û zanîna xwe bi serpêhatiya hevalên xwe re yek kir û di Şerê Qendîlê de bi şêwaza şerê tîm û tunelan li dijî êrîş û dagirkeriya Pasdarên Îranê têkoşiya û di vê şerê de şehîd bû.
YRKê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku helwest, pêşengî û têgihiştina fermandariyê ya Şehîd Simko di şer û jiyana wî de pêşxistî, dê ji bo wan bingehê têkoşînê û arasteya şoreşa azadiyê be. YRKê got: “Em ê her dem li şopa Simkoyan bimeşin û meşala têkoşîna van şehîdên mezin bê navber bilind bikin.”
Share this content:



Post Comment