ŞEHÎD MIHEMED ÎSA LI HESEKÊ’YÊ BI MERASÎMA DAWÎ HAT OXIRKIRIN

ŞEHÎD MIHEMED ÎSA LI HESEKÊ’YÊ BI MERASÎMA DAWÎ HAT OXIRKIRIN

Li Hesekê bi sedan welatiyan beşdarî merasîmekê bûn û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Şehîd Mihemed Îsa, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê bi merasîmekê bi axê re hat spartin.

Merasîma li Goristana Şehîd Dijwar bi rêzgirtinê dest pê kir. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Dersim Hesekê di axaftina xwe de bal kişand ser rola girîng a Şehîd Mihemed Îsa di meşa şoreşê de. Dersim Hesekê got ku Mihemed Îsa jiyana xwe ji bo serkeftina şoreşa ku li ser bingehê azadî, demokrasî û jiyaneke bi rûmet ava bûye, terxan kiriye.

Dersim Hesekê diyar kir ku ew ê ji bo nirxên ku hemû şehîd ji bo wan xebitîne berdewam bikin û got: “Em ne tenê ji Şehîd Mihemed Îsa re, ji hemû şehîdên xwe re jî soz didin.”

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îdrîs Hesekê jî ji malbata Mihemed Îsa re sersaxî xwest û bal kişand ser rola wî di pêvajoya şoreşê de. Îdrîs Hesekê got: “Şehîd Mihemed Îsa yek ji wan kesan bû ku di şoreşê de di destpêkê de cihê xwe girt.”

Nasir Cined, ku li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk axivî, got ku şehîd ronahiya dinyayê ne û diyar kir ku Mihemed Îsa jiyana xwe ji bo jiyana gelê xwe û jiyaneke azad feda kiriye.

Piştî axaftinan, belgeya şehadeta Şehîd Mihemed Îsa ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Guljin Ehme ve hat xwendin û ji malbata wî re hat radestkirin. Di dawiyê de cenazeya Mihemed Îsa li Goristana Şehîd Dijwar hat definkirin.

Share this content:

Post Comment