TRUMP: ŞÎ CÎNPÎNG GOT KU EW Ê ALÎKARIYA LEŞKERÎ BIDIN ÎRANÊ NAKIN
Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump ragihand ku di civîna xwe ya li Pekînê bi Serokê Çînê Şî Cînpîng re de mijarên Îranê, Tengava Hurmuzê û têkiliyên bazirganî hatin gotûbêjkirin. Trump got ku Şî diyar kiriye ku Çîn ê alîkariya leşkerî nede Îranê û ji bo vekirîmayîna Tengava Hurmuzê alîkariyê pêşkêş kiriye.
Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, Washington û Pekîn li ser parastina Tengava Hurmuzê û berdewamkirina trafîka deryayî li hev gihiştine. Hate gotin ku her çend di navbera her du welatan de aloziyên siyasî hene jî, lê di mijarên stratejîk de hewldaneke hevahengiyê heye.
Ajansa Fars a nêzîkî Îranê jî ragihand ku Tehranê li gorî protokolên nû yên deryayî destûr daye hin gemiyên Çînî ku ji Tengava Hurmuzê derbas bibin. Hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê jî diyar kir ku ji 13’ê Gulanê vir ve nêzîkî 30 gemî bi destûra Îranê derbas bûne.
Trump di daxuyaniya xwe de got: “Şî ji min re got ku ew ê alîkariya leşkerî nede Îranê.” Wî her wiha got ku Şî ji bo vekirîmayîna Tengava Hurmuzê alîkariyê pêşkêş kiriye.
Trump di derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de jî peyamên tund dubare kirin. Wî got ku sabira wî li hemberî Tehranê gelek dirêj nabe û di derbarê uranyûma dewlemendkirî de got: “Dibe ku uranyûm were veşartin, lê ez tercîh dikim ku ez wî bistînim.”
Di aliyekî din de Trump ragihand ku Çînê ji şirketa Boeing a Amerîkî 200 firokeyên nû ferman kiriye. Wî got ku ev peyman dê li Amerîkayê gelek derfetên karê biafirîne.
Trump her wiha got ku Çîn amade ye ku bazirganî bi gav bi gav vekirî bike û ji Amerîkayê zêdetir berhemên çandiniyê û neftê bikire.
Share this content:



Post Comment