KCDK-E: ZIMANÊ KURDÎ BINGEHA NASNAME, BÎRÛBÎRAKIRIN Û TÊKOŞÎNA HEBÛNÊ YE

KCDK-E: ZIMANÊ KURDÎ BINGEHA NASNAME, BÎRÛBÎRAKIRIN Û TÊKOŞÎNA HEBÛNÊ YE

KCDK-E di daxuyaniya xwe ya bi boneyê 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de diyar kir ku zimanê Kurdî ne tenê amûreke ragihandinê ye, lê her wiha bingeha nasname, bîra dîrokî û têkoşîna hebûna gelê Kurd e. Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku zimanê dayikê di hemû qadên jiyanê de were parastin û pêşxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Roja Zimanê Kurdî tenê roja hezkirina zimanê ne, lê her wiha roja nûkirin û xwedîderketina nasname û girêdana neteweyî ya Kurdan e.

KCDK-E diyar kir ku zimanê Kurdî bi destê dayikan, mamosteyan û ronakbîran ji nifşekê bo nifşekî din hatiye parastin û heta îro bi helbest, edebiyat û kevneşopiya berxwedanê hatiye gihandin.

Di daxuyaniyê de navên girîng wek Baba Tahir Uryan, Cezîrî, Feqiyê Teyran, Herîrî û Ehmedê Xanî hatin bîranîn û hate gotin ku van kesan Kurdî kirine zimanekî edebî yê bihêz. Her wiha hate diyar kirin ku Ehmedê Xanî bi “Mem û Zîn” û “Nûbihara Zarokan” di pêşxistina ziman û hişmendiya neteweyî ya Kurdî de roleke mezin lîstiye.

Di daxuyaniyê de jî hate gotin ku rojnamegeriya Kurdî di modernbûna ziman de roleke girîng heye. Ji rojnameya Kurdistan a li Qahîreyê heta Hawar û weşanên Komara Mahabadê, gelek xebat ji bo zimanê Kurdî nirxeke dîrokî hildigirin.

KCDK-E diyar kir ku ziman bingeha nasnameya miletekî ye û parastina Kurdî bi wateya parastina hebûna neteweyî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Îro ziman welatekî manewî ye ku hemû Kurd li dora wê dicivin.”

Ji bo zindîhiştina Kurdî hate xwestin ku li malan zimanê dayikê were axaftin, perwerdehiya Kurdî were belavkirin, devok bên hînkirin û amûrên medyayê bi awayekî çalak bên bikaranîn.

Her wiha bang hate kirin ku li dijî siyaseta asîmîlasyonê di hemû qadên jiyanê de were têkoşîn kirin û ji bo fermîbûna Kurdî hemû rêbazên civakî û dîplomatîk bên bikaranîn.

Share this content:

Post Comment