SEYDA ŞİMŞEK PIŞTÎ 30 SALAN HAT BERDAN
Seyda Şimşek, ku piştî ku di sala 1995an de li Mersînê hat girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Adanayê ya Hejmara 1ê ve bi cezayê girtîbûna heta hetayê hat cezakirin, piştî 30 sal û 9 mehan ji Girtîgeha Girtî ya Diyarbakirê ya Hejmara 2ê hat berdan.
Piştî bidawîbûna paşxistina îcraya cezayê Şimşek, malbata wê, endamên TUAY-DERê û gelek kes li ber deriyê girtîgehê pêşwazî li wê kirin. Di dema pêşwaziyê de sloganên “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin û zîlgoz hatin kişandin.
‘DIVÊ HEMÛ GIRTIYÊN SÎYASÎ BÊNE BERDAN’
Şimşek li deriyê girtîgehê axivî û got ku tenê berdana kesekî ne bes e. Ew bang li bo berdana hemû girtiyên siyasî kir.
Şimşek got: “Berdana me ji girtîgehê ji bo kesayeta me bêguman xwedî wateyekê ye, lê derketina tenê kesekî ji girtîgehê gelek wate nake. Ya herî girîng ew e ku hemû heval bêne berdan. Di heman demê de divê hemû gel di jiyaneke hevpar, azad û demokratîk de bijîn.”
‘DERKETINA JI GIRTÎGEHÊ DESTPÊKEK E’
Şimşek diyar kir ku 30 sal û 9 mehên ku di girtîgehê de derbas kirine ji bo wê girîng bûne û got ku derketina ji girtîgehê ji bo wê destpêkeke nû ye.
Şimşek got: “Bêguman demeke dirêj derbas bû. Ev demeke dirêj ji bo min bi qîmet bû. Em zindanê jixwe bi vî awayî dinirxînin. Her destpêk ji bo me girîng e, derketina ji girtîgehê destpêkek e. Em ê vê destpêkê di nav gelê xwe de bidomînin.”
Şimşek herwiha got: “Mezinê kêfxweşiya me ew e ku rojekê Rêbertiya xwe pêşwazî bikin û hembêz bikin.”
Şimşek silavên girtiyên siyasî yên li girtîgehê man jî ragihand û got: “Hevalên me yên di zindanê de silavên xwe ji hemû gelê me re şandin. Her hevalê me yê li zindanê mayî parçeyek ji dilê me ye.”
Share this content:



Post Comment