KARAYILAN: JI BER ŞERTÊN ŞERÊ EM NEKARÎN ŞEHÎDIYAN DI DEMÊ DE RAGIHÎNIN
Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (HSM) Murat Karayılan diyar kir ku ji ber şertên şerê û sedemên ewlehiyê hin agahiyên şehadetê nekarîne di wextê xwe de ji raya giştî re ragihînin. Karayılan got ku piraniya cenazeyên şehîdên ku di van demên dawî de nasnameyên wan hatine ragihandin di kontrola wan de ne.
Karayılan di nirxandina xwe ya ji bo ANFê de bal kişand ser merasîmên bîranîn û taziyên komî yên ku di van demên dawî de li gelek bajarên Kurdistanê, bi taybetî li Amed, Stenbol, Wan, Gever, Cizîr, Botan û Nisêbînê hatin lidarxistin. Wî got ku beşdariya berfireh a gel di merasîmên ji bo 230 şehîdan de, girêdana civaka Kurd bi şehîd û nirxên têkoşînê nîşan dide.
520 ŞEHÎD HÊJ LI BENDA RAGIHANDINÊ NE
Karayılan diyar kir ku ji ber şertên giran ên şerê û pirsgirêkên ewlehiyê, hin agahiyên şehadetan dereng gihiştine navenda fermandariyê. Wî got ku hîn jî şehîdên ku nasnameyên wan ji raya giştî re nehatine ragihandin hene.
Karayılan ragihand ku ji Bakurê Kurdistanê 520 şehîd hene ku li benda ragihandina nasnameyên xwe ne. Wî her wiha got ku li beşên din ên Kurdistanê jî hejmareke kêmtir a şehîdên nehatine ragihandin hene û ew plan dikin ku nasnameyên wan di hefte û mehên bê de ji raya giştî re ragihînin.
JI 1976 HETA 2026: 25 HEZAR Û 922 ŞEHÎD HATINE TOMARKIRIN
Karayılan cara yekem agahiyên berfireh li ser hejmara şehîdan parve kir û got ku di navbera salên 1976 û 2026 de 25 hezar û 922 şehîd hatine tomarkirin. Wî diyar kir ku bi kesên ku nehatine tomarkirin re ev hejmar nêzîkî 27 hezar e.
CENAZEYÊN ŞEHÎDAN DI ŞEHÎDTIYAN DE BÊNE KOMKIRIN
Karayılan li ser rewşa cenazeyên şehîdên ku di van demên dawî de nasnameyên wan hatine ragihandin jî axivî. Wî got ku ji bilî çend kesan, piraniya cenazeyan di kontrola wan de ne.
Karayılan diyar kir ku ji bo komkirina cenazeyan li şehîdtiyan xebat tên meşandin û got ku piştgiriya ji malbatên şehîdan re jî dê bidome.
Share this content:



Post Comment