SEROKWÊZÎRÊ IRAQÊ ZEYDÎ DEST BI SERDANA XWE YA WASHINGTONÊ BI CIVÎNA TOM BARRACK RE KIR
Serokwezîrê Iraqê Ali el-Zeydî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Dewletên Yekbûyî de yekem civîna xwe li Washingtonê bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Iraqê Tom Barrack re pêk anî. Di civînê de pêşxistina hevkariya aborî, pêşketinên herêmî û mijarên ewlehiyê hatin nirxandin.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, her du aliyan derfetên hevkariya di navbera Iraq û Dewletên Yekbûyî de nirxandin û li ser rewşa têkiliyên aborî û rêyên firehkirina hevkariyê axivîn.
Di civînê de girîngiya piştgirîkirina hewildanên ku armanca wan zêdekirina ewlehî û aramiyê û kêmkirina gerilimê ye hate xêzkirin. Herdu alî jî bal kişandin ser rola navendî ya Iraqê di nêzîkkirina nêrîn û aramkirina herêmê de.
Tê payîn ku Zeydî di dema serdana xwe ya hefteyekî de bi Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump re jî hevdîtinê bike. Armanca serdanê zêdekirina veberhênanên Amerîkayê di warên enerjî, elektrîk û binesaziyê de û avakirina qonaxeke nû ya têkiliyên her du welatan e.
Hikûmeta Bexdayê dixwaze têkiliya xwe bi Washingtonê ji modela ewlehiyê ya ku piştî şerê li dijî DAIŞê pêk hat derbas bike û li ser bingeha hevkariya stratejîk û aborî ji nû ve ava bike. Li gorî vê planê, piştî derketina mîsyona şêwirmendiyê ya Koalîsyona Navneteweyî di dawiya Îlonê de, têkiliyên her du welatan dê bikevin qonaxeke nû.
Zeydî dîsa got ku hemû çek divê bin kontrola dewletê de bin û ti hêzeke çekdar a derveyî dewletê divê nemîne. Rayedarên hikûmetê jî gotin ku heta dawiya Îlonê çekên derveyî kontrola dewletê dê nemînin.
Di heman demê de, koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê ya piştgirîya Îranê dike, serdana Washingtonê rexne kir û got ku ev gav dê şûna dagirkeriya leşkerî bi girêdaneke aborî dagire.
Share this content:



Post Comment