LI DOSYA LÊKOLÎNA DERNEĞA AHBAP’Ê 17 KESÊN DIN HATIN GIRTIN

LI DOSYA LÊKOLÎNA DERNEĞA AHBAP’Ê 17 KESÊN DIN HATIN GIRTIN

Di çarçoveya lêkolîna ku li ser Derneğa Ahbapê tê meşandin de, di operasyonên nû de 17 kesên din hatin binçavkirin. Serdozgeriya Giştî ya Stenbolê ragihand ku lêkolîn di çarçoveya tawanên “avakirina rêxistineke sûcdar”, “şûştina pereyên ku ji sûc hatine bidestxistin”, “binpêkirina Qanûna Bacan” û “binpêkirina Qanûna Komeleyan” de berdewam e.

Li gorî daxuyaniya serdozgeriyê, Berkant Acil, birayê Haluk Levent, rêxistina Festîvala 35’emîn a Şîle Bezê bi riya şirketa Sur Müzîk Yapım bi rêbaza peymana rasterast wergirtiye. Di rapora pisporên darayî de hat diyarkirin ku lêçûnên wekî sahne, deng û ronahî bi fatûreyên sexte bilind hatine nîşandan.

Di lêkolînê de herwiha hate îdiakirin ku beşek ji alîkariyên ku ji Derneğa Ahbapê re hatine kirin, bo hesabê kesane yê Yeliz Kaya, alîkarê Haluk Levent, hatine şandin û ji wir 125 milyon û 765 hezar lîre bo kes û şîrketên ku bi Berkant Acil re têkildar in hatine veguheztin. Serdozgeriyê îdia kir ku bi vî awayî alîkarî ji armanca xwe derketiye û qazanca neqanûnî hatiye bidestxistin.

Hêzên Jandarmeya Stenbolê li Stenbol, Îzmîr, Kocaelî û Muğlayê operasyonên hevdem pêk anîn. Di operasyonan de li 14 gumanbar û 4 şîrketan lêgerîn, desteserkirin û girtin pêk hat û gelek materyalên dîjîtal jî hatin desteserkirin.

Di dosyayê de herwiha tê gotin ku Huseyîn Başaran, Serokê Desteya Rêvebir a Başaran Holdingê, îdîa kiriye ku kompleksek ji 22 milkên ku bi nirxa nêzîkî 60 milyon dolar bo bîranîna keça xwe Mina Başaran ji bo xwendekarên keç ên hewcedar bexş kiriye, li dijî armanca bexşê hatiye bikaranîn.

Di rapora MASAKê de jî hate gotin ku tevgerên pereyên mezin di hesabên bankeyê yên hin kesên ku bi Derneğa Ahbapê re têkildar in hatine lêkolînkirin û ev tevger bi rewşa dahatên wan re li hev nayên.

Haluk Levent jî di daxuyaniyekê de got ku divê çalakiyên Derneğa Ahbapê bi jiyana wî ya taybet neyên tevlihevkirin.

Share this content:

Post Comment