SEROK NEÇÎRVAN BARZANÎ: PARASTINA JÎNGEHÊ BERPIRSIYARIYEKE NETEWEYÎ Û MİROVANÎ YA HEVPAR E

SEROK NEÇÎRVAN BARZANÎ: PARASTINA JÎNGEHÊ BERPIRSIYARIYEKE NETEWEYÎ Û MİROVANÎ YA HEVPAR E

Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî bi munasebeta 5’ê Hezîranê, Roja Cîhanî ya Jîngehê, peyamek weşand û di wê de bal kişand ser girîngiya parastina jîngehê û têkoşîna li dijî guhertina avhewayê.

Neçîrvan Barzanî di peyama xwe de silav û spasiyên xwe ji hemû kes û saziyên ku li Herêma Kurdistanê ji bo parastina xwezayê û jîngehê dixebitin re şand. Wî çalakvanên jîngehê, rêxistinên civaka sivîl û saziyên têkildar bi taybetî pesn kirin.

Barzanî got ku parastina jîngehê tenê erkê hikûmetê nîne, lê berpirsiyariyeke mezin a neteweyî û mirovahî ye. Wî diyar kir ku divê navendên perwerdehiyê, malbat, medya û hemû saziyên civakî ji bo belavkirina çanda jîngehê û kêmkirina metirsiyên li ser xwezaya welêt bi hev re bixebitin.

Wî got ku pêşxistina hişyariya jîngehê û parastina çavkaniyên xwezayî tenê bi hewildaneke hevpar mimkûn e û ev yek berpirsiyariya me li hember nifşên pêşerojê ye.

Neçîrvan Barzanî her weha piştgirî û biryara Herêma Kurdistanê ya parastina çavkaniyên xwezayî dubare kir û got ku ji bo avakirina jîngehek tenduristtir û domdar, hevkariya bi Hikûmeta Federal a Iraqê û civaka navneteweyî re dê berdewam bike.

Di peyamê de hate bîranîn ku Roja Cîhanî ya Jîngehê di sala 1972’an de piştî Konferansa Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî hate destnîşankirin da ku hişyariya cîhanî li hember qirêjiya jîngehê û pirsgirêkên ekolojîk were bilindkirin.

Share this content:

Post Comment