QUBAD TALEBANÎ: YNKÊ NABE BEŞEK JI PEVÇÛN Û TENGASIYÊN HERÊMÊ

QUBAD TALEBANÎ: YNKÊ NABE BEŞEK JI PEVÇÛN Û TENGASIYÊN HERÊMÊ

Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, piştî civîna ku li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re pêk anî, got ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê nebe aliyek ji pevçûn û tengasiyên herêmê û dê ji bo parastina aşitî û aramiyê bixebite.

Talebanî got ku ew bi Endamê Desteya Siyasî ya YNKê Derbaz Kusret Resûl re di civînê de diyar kirin ku Herêma Kurdistanê û YNK amade ne ku her cûre piştgiriyê ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê bidin.

Wî her weha got ku hêvî dike dema nû bibe sedema pêşveçûna têkiliyên di warên bazirganî, veberhênan, perwerdehiya bilind û geştiyariyê de, bi taybetî di navbera Silêmanî û Tirkiyeyê de.

Talebanî pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê pêvajoyeke dîrokî û girîng binav kir û got ku ew bi hêvî û baweriyeke mezin li vê pêvajoyê dinêrin.

Wî her weha razîbûna xwe ji ber piştgiriya hikûmeta Tirkiyeyê û partiyên siyasî ji vê pêvajoyê re anî ziman û got ku helwesta YNKê li hember pêşveçûnên herêmê nehatiye guhertin.

Talebanî got: “Em ê nebin aliyê pevçûn û tengasiyan. Li şûna wê, em ê bi hevkarên xwe re ji bo parastina aşitî û aramiya herêmê bixebitin.”

Li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî Talebanî got ku divê aliyan, bi hesibandina şert û mercên nû yên herêmê û Iraqê, pêvajoya avakirina hikûmetê zûtir bikin.

Wî diyar kir ku YNK amade ye ku di hikûmeteke ku li ser bingeha hevpariya rastîn ava bibe de beşdar bibe.

Share this content:

Post Comment