ALÎ HEYDER KAYTAN LI ELMANYAYÊ BI MERASÎMEKE BÎRANÎNÊ DÊ WERE BÎRANÎN

ALÎ HEYDER KAYTAN LI ELMANYAYÊ BI MERASÎMEKE BÎRANÎNÊ DÊ WERE BÎRANÎN

Yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê, Alî Heyder Kaytan, di salvegera şehadeta xwe de bi merasîmeke bîranînê li bajarê Bergisch Gladbach a Almanyayê dê were bîranîn.

Alî Heyder Kaytan, ku di 3’ê Tîrmeha 2018’an de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bû, dê di 5’ê Tîrmeha 2026’an de di merasîmekê de li nêzîkî Kölnê bê bîranîn.

Merasîm dê li salona Saal 2000, li navnîşana Schlodderdicher Weg 48A, 51469 Bergisch Gladbach were lidarxistin. Tê payîn ku bername di saet 14:00’an de dest pê bike.

Share this content:

Post Comment