RÊBER APO: DI DEMA NÛ DE DIVÊ RÊZEKE WEŞANÊ YA BI PRATÎKÊ RE JÎ RÊ VEBIKE

RÊBER APO: DI DEMA NÛ DE DIVÊ RÊZEKE WEŞANÊ YA BI PRATÎKÊ RE JÎ RÊ VEBIKE

Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo rojnameya Komînal de got ku pêdiviya dema nû ne tenê nîqaşên teorîk in, lê her weha rêzeke weşanê ye ku di nav jiyanê de cih digire, civakê rêxistin dike û rê û rêbazên pratîk pêş dixe.

Rêber Apo di nirxandina xwe ya li ser destpêka dema nû ya Komînal de diyar kir ku rojname hewldana avakirina çarçoveyeke teorîk a bihêz dike, lê bal kişand ku tenê ev têr nake û daxwazên dema nû ji vê zêdetir in.

Wî got ku teori divê bi jiyana civakî re were girêdan û weşan tenê ne ji bo hilberandina ramanan be, lê divê di rêxistinkirina civakê de jî rolê çalak bilîze û rêbazên pratîk pêş bixe.

Rêber Apo pêşniyar kir ku giraniyek zêdetir li ser mijarên rêxistinkirina pratîk were dayîn û got ku taybetmendiya bingehîn a dema nû dê li ser bingeha komunalîtê ava bibe.

Wî her weha diyar kir ku Komînal ne tenê divê wekî rojnameyek were dîtin, lê divê bibe deng û hêza rêber a avakirina îdeolojîk, siyasî û civakî ya dema nû.

Di peyama xwe de Rêber Apo bal kişand ku, ligel parastina kûrbûna teorîk, divê ezmûn, rêbaz û xebatên avakirina civakî yên di jiyana rojane de jî bi awayekî bihêz di weşanan de cih bigirin.

Share this content:

Post Comment