QALÎBAF: HETA KU PÊNC MADDEYÊN BINGEHÎ BI TEMAMÎ NEHÊN PÊKANÎN EM NAGIHÎJIN QONAXA PÊŞTIR
Serokê Meclîs û Heyeta Danûstandinan a Îranê, Muhammed Baqir Qalîbaf, li ser pêkanîna Memoranduma Têgihiştinê ya bi DYA re axivî. Wî got heta ku pênc maddeyên bingehî bi temamî neyên pêkanîn, Tehranê nakeve qonaxa din a pêkanînê.
Qalîbaf di hevpeyvînekê de bi televîzyona fermî ya IRIB re got ku têkiliyên niha yên bi Washingtonê re ji bo danûstandina nû nînin, lê ji bo koordînasyona pêkanîna peymana ku berê hatiye gihîştin in. Wî diyar kir ku xebat ji bo pêkanîna peymanê li gorî salnameya diyarkirî didome.
Qalîbaf got: “Heta ku pênc maddeyên bingehî bi temamî werin bicihkirin û piştrast bibin, em nakevin qonaxa din a pêkanîna şertên din.”
Di heman demê de hat ragihandin ku heyetên DYA û Îranê li Doha bi navbeynkariya Qatar û Pakistanê dê civînên teknîkî yên cuda pêk bînin. Wezareta Karên Derve ya Qatarê jî ragihand ku niha ji bo civîneke bilind a rasterast di navbera her du welatan de planek tune ye.
Qalîbaf diyar kir ku zengînkirina uranyûmê mafê bingehîn ê Îranê ye û li ser vê mijarê tu tawîz nayê dayîn. Wî got ev yek di nav xeta sorên Îranê de ye û ne mijareke danûstandinê ye.
Her weha Qalîbaf îdia kir ku di çarçoveya peymanê de soz hatine dayîn ku şerê Lubnanê biqede, dorpêça deryayî ya li ser Îranê were rakirin, pergala Hurmuzê were rêkxistin, sînorkirinên hinardekirina petrolê werin sivikkirin û hebûnên Îranê yên cem welatên din hatine cemidandin werin berdan.
Qalîbaf vê peymanê wek serkeftineke mezin a dîplomatîk binav kir, lê hişyarî da ku heke şert neyên bicihkirin, Îran dê amadekariya xwe ya leşkerî bidomîne. Wî got danûstandinên bi DYA re ne li ser baweriyê ne, lê li ser berjewendî û hêza siyasî ava bûne.
Share this content:



Post Comment