DEMÊKE NÛ LI DERIYÊ SÎNORÊ SÊMALKAYÊ DEST PÊ KIR: XWEDEYÊN PASAPORTÊN BIYANÎ JÎ DIKARIN BI FERMI DERBAS BIBIN

DEMÊKE NÛ LI DERIYÊ SÎNORÊ SÊMALKAYÊ DEST PÊ KIR: XWEDEYÊN PASAPORTÊN BIYANÎ JÎ DIKARIN BI FERMI DERBAS BIBIN

Li Deriyê Sînorê Sêmalkayê, ku Rojava û Herêma Kurdistanê bi hev ve girêdide, rêbazeke nû ya têketin û derketina xwediyên pasaportên biyanî bi fermî hate destpêkirin. Li gorî vê biryarê, pasaportên hemû kesên biyanî dê li deriyê sînorê bêne mohrkirin û ew ê rasterast destûra derbasbûnê bistînin.

Li gorî agahiyên ku ji rêveberiya Deriyê Sînorê Sêmalkayê hatine wergirtin, ev rêbaz ji 1’ê Tîrmehê ve ketiye meriyetê. Di çarçoveya vê pergala nû de, hemû kesên ku nasnameya Sûriyeyê nînin û pasaporta welatekî din hildigirin, dema ku têkevin Rojava pasaportên wan bi fermî dê bêne mohrkirin.

Berpirsiyar diyar kirin ku ev rêbaz tenê ji bo hemwelatiyên biyanî ye. Her rêwîyek, bêyî ku hemwelatiya kîjan welatî hebe, dikare li deriyê sînorê rasterast destûra derbasbûnê bistîne. Bi vî awayî, rêwî bêyî derengmayîn an pêvajoyên zêde dê derbas bibe.

Ji aliyekî din ve, rêjeya karê Deriyê Sînorê Sêmalkayê jî hate guhertin. Li gorî biryara nû, derî dê heftê şeş roj vekirî be û tenê roja Înê girtî be.

Share this content:

Post Comment