PEYAMÊN ‘RÊBER APO’ JI ALIYÊ MUTEFEKKIR Û SİYASETMEDARÊN NAVNETEWEYÎ VE
14 kesên navdar ên cîhanê, di nav wan de xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê jî hene, li ser fikirên Abdullah Öcalan, azadiya wî û pêvajoya aştiyê nirxandinên xwe ji rojnameya Yeni Yaşam re kirin.
Di nav van kesan de xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 2003’an Shirin Ebadi, xwediyê Nobelê Jody Williams, fîlozof û sosyolog John Holloway, siyasetmedara Îrlandî Martina Anderson, raportorê Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyeyê Nacho Sanchez Amor, wezîrê berê yê Îzlandayê Ögmundur Jónasson, serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Jeremy Corbyn û cîgirê serokê Bundestagê Bodo Ramelow jî hene.
‘NIHA DEM HATIYE KU DEWLET GAVAN BAVÊJE’
Shirin Ebadi diyar kir ku bang û helwesta Öcalan a rawestandina têkoşîna çekdarî û çareseriya demokratîk gaveke girîng e. Wê got ku divê Öcalan azad bibe û şertên tecrîdê bi dawî bibin. Ebadi herwiha bang kir ku Öcalan bikaribe bi piştgirên xwe re bicive û hevpeyvînan bike û got ku êdî sıra dewletê ye ku gav bavêje.
Martina Anderson jî got ku Öcalan temsîla berxwedana gelê Kurd li dijî zext û zilmê dike. Wê diyar kir ku azadiya Öcalan ji bo avakirina dadmendî û aştiyê li Tirkiyeyê roleke girîng heye.
‘FIKIRÊN ÖCALAN LI CÎHANÊ BELAV DIBIN’
Sosyolog û fîlozof John Holloway got ku fikirên Öcalan her ku diçe li welatên cuda zêdetir tên xwendin û nîqaşkirin. Holloway diyar kir ku fikirên Öcalan ji bo avakirina têgihiştineke nû ya demokratîk a li ser bingeha nasîn û pejirandina hevdu girîng in.
Holloway herwiha got ku fikirên Öcalan ji sînorên Tirkiye û Rojhilata Navîn wêdetir girîngiyeke gerdûnî hene û pratîkên ku di salên dawî de li Rojava hatine sepandin jî ji vê aliyê ve balkêş in.
Jody Williams, xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê, jî got ku ji bo ku Öcalan bikaribe bi awayekî watedar beşdarî pêvajoyê bibe, divê azad be. Williams bal kişand ser vê yekê ku aşitî û refah bi şerê ne, bi diyalogê tên avakirin.
‘JI BO JIYANEKE DEMOKRATÎK Û EKOLOJÎK RÊBERNAMEYEK GIRÎNG E’
Debbie Bookchin, keça Murray Bookchin, got ku nêzîkatiya konfederalîzma demokratîk a Öcalan ji bo avakirina jiyaneke wekhevîparêz, demokratîk, ekolojîk û azad rêbernameyeke girîng e. Wê diyar kir ku pratîkên li Rojava ji bo azadiya jinan, wekheviya baweriyan û jiyana ekolojîk nimûneyeke berbiçav in.
Sekreterê Giştî yê Dadgeha Domdar a Gelan Dr. Gianni Tognoni jî got ku têgihiştina demokrasiya Öcalan ji têkoşînên rastîn ên mirovan û lêgerîna wekheviyê dest pê dike. Wî diyar kir ku fikirên Öcalan ji bo têgihiştina awayê jiyanê yê ku cîhana îro pêdiviya wê heye girîng in.
‘AZADIYA ÖCALAN GAVEKE GIRÎNG E JI BO AŞTIYÊ’
Parêzerê mafên mirovan ên navneteweyî Michela Arricale got ku têkoşîna Kurd tenê mijareke gelê Kurd nîne, lê bi nirxên gerdûnî yên wekî azadî, demokrasî û rûmetê ve girêdayî ye. Arricale diyar kir ku azadiya Öcalan dê ji bo aştiyê li Rojhilata Navîn û derveyî wê gaveke girîng be.
Parlamenterê Brîtanyayê Bambos Charalambous jî got ku Öcalan di biryara PKKê ya dev ji çekan berdan û hilbijartina rêya çareseriya siyasî de roleke girîng lîstiye. Wî got ku Tirkiye divê bi Öcalan re têkiliyeke rasterast ava bike û rê li ber azadiya wî veke.
David Adler, Hevkoordînatorê Giştî yê Progressive International, jî got ku fikirên Öcalan ji bo tevgerên pêşverû yên cîhanê çavkaniyeke girîng a îlhama ne. Wî bang kir ku Öcalan bêyî derengî were azadkirin.
‘GAVÊN JI BO GARANTIYA AŞTIYÊ DIVÊ BÊN AVÊTIN’
Serokê Neteweyî yê Sinn Féin a Îrlandayê Declan Kearney got ku hikûmeta Tirkiyeyê divê li hember gavên PKKê û Öcalanê gavên ewlekariya pêvajoyê zêde dike bavêje. Wî bang kir ku têkiliyên nû bên avakirin ku temsîliyeta siyasî ya gelê Kurd û aştiyê ewle bikin.
Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Jeremy Corbyn jî got ku piştî daxuyaniya Öcalan a li ser rawestandina çalakiyên leşkerî yên PKKê û lêgerîna çareseriyeke siyasî, divê gavên konkret bên avêtin. Wî diyar kir ku domandina girtina Öcalan li girtîgehê ecêb e û got ku hevdîtina bi wî re û azadiya wî dê ji bo pêvajoya aştiyê û nasînê gaveke girîng be.
Wezîrê berê yê Îzlandayê Ögmundur Jónasson bal kişand ser peyamên Öcalan ên li ser jiyana hevbeş a di nav aştiyê de, wekhevî û civakeke demokratîk a li ser dadmendiyê. Wî got ku divê ne tenê Kurdan, lê hemû aktorên pêvajoyê, bi taybetî rayedarên Tirkiyeyê, beşdarî pêvajoya aştiyê bibin.
Cîgirê Serokê Bundestagê Bodo Ramelow jî girîngiya ewlekirina cûdabûna çandî, mafên kêmaran û nasnameyên çandî anî ziman û got ku azadkirina Öcalan ji bo pêşketina pêvajoyê girîng e.
Raportorê Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyeyê Nacho Sanchez Amor jî got ku bangê Öcalanê li Tirkiyeyê hêviyeke nû afirandiye û ev yek “deriyê derfetê” ye. Amor got ku pirsgirêka Kurd divê di çarçoveya rêza destûrî ya Tirkiyeyê de were çareserkirin û diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê, heke daxwaz bê kirin, amade ye ku beşdarî pêvajoyê bibe.
Share this content:



Post Comment