CÎK BANG LI NAMAZÊN CUMA Û NIMÊJA CENAZEYÊ YA NEQEBÎ JI BO ŞEHÎDAN LI HEMÛ MIZGEFTAN KIR
Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Mele Cemal Bingöl, ragihand ku ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê yên ku di demên dawî de şehadeta wan hatiye ragihandin, roja înê li hemû mizgeftên girêdayî CÎKê bernameyeke taybet dê were lidarxistin.
Bingöl ji ANFê re axivî û got ku ev pêvajoyê wekî “Hefteya Şehîdan” îlan kirine. Wî diyar kir ku xutbeyên roja înê dê ji bo Şehîdên Azadiyê û têkoşîna wan bên veqetandin. Li dû namaza înê jî ji bo hemû Şehîdên Azadiyê yên ku di demên dawî de şehadeta wan hatiye ragihandin, dê nimêja cenazeyê ya neqebî were kirin û dua bê kirin.
Bingöl got ku kesên ku şehadeta wan hatiye ragihandin nasname, çand û îradeya jiyana bi rûmeta gelê Kurd temsîl dikin. Wî bal kişand ser vê yekê ku parastina bîranîna şehîdan û mîrata wan berpirsiyariyeke wijdanî û exlaqî ye.
Bingöl bi bîranîna hadîsa Hz. Muhammed a ku dibêje “Kesê ku dema parastina can, mal, ol û rûmeta xwe tê kuştin şehîd e”, girîngiya têkoşîna ji bo maf û rûmetê destnîşan kir.
‘BILA EM BÎRANÎNA ŞEHÎDAN PARÊZIN’
Bingöl diyar kir ku aştiya civakî û aramiya mayînde bi jiyana bîranîna şehîdan û bi hevkarî û piştgiriya malbatên wan re gengaz e. Wî got ku di çarçoveya “Hefteya Şehîdan” de, xutbeya înê li hemû mizgeftên CÎKê dê ji bo Şehîdên Azadiyê û têkoşîna wan bê veqetandin.
Wî herwiha ragihand ku li dû namaza înê ji bo hemû Şehîdên Azadiyê yên ku şehadeta wan di demên dawî de hatiye ragihandin, nimêja cenazeyê ya neqebî dê were kirin û dua dê bê kirin.
Bingöl, bi taybetî malbatên şehîdan û gelê welatparêz vexwend ku roja înê li mizgeftan kom bibin û di nimêja cenazeyê ya neqebî de bi rêza xwe rawestin û bîranîna şehîdan biparêzin.
Share this content:



Post Comment