NETANYAHU: DAYÎNA F-35’AN JI TIRKIYEYÊ RE DÊ HEVSENGIYA HÊZÊ LI ROJHILATA NAVÎ TÊK BIBE

NETANYAHU: DAYÎNA F-35’AN JI TIRKIYEYÊ RE DÊ HEVSENGIYA HÊZÊ LI ROJHILATA NAVÎ TÊK BIBE

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, piştî daxuyaniyên Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump yên li ser rakirina dibe ku cezayên CAATSA’yê li ser Tirkiyeyê werin rakirin, got ku ew li dijî vegera Tirkiyeyê bo bernameya balafirên şer ên F-35 ye û ev gav dê hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn biguherîne.

Netanyahu di hevpeyvînekê de bi televîzyona CNN re got ku berî Zirveya 36’emîn a NATO’yê gelek caran bi Donald Trump re hevdîtin kir û di van civînan de fikarên xwe li ser vegera Tirkiyeyê bo bernameya F-35 ragihand.

Wî li ser gotinên Trump yên ku li Enqereyê bi Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan re kir û got “Em naxwazin li hevalên xwe ceza bicîh bikin” axivî û got ku Tirkiye ji bo Amerîkayê ne hevalbendek mînak e.

Netanyahu herwiha got ku dostaniya kesane ya di navbera Trump û Erdoğan de nikare bixwe Tirkiyeyê ji bo Amerîkayê bike hevalbendek ewledar.

Wî dubare kir ku ew li dijî dayîna balafirên F-35 ji Tirkiyeyê re ye û got ku ev biryar dê hevsengiya leşkerî û stratejîk li Rojhilata Navîn têk bibe. Wî got: “Ger ez li şûna Trump bûma, min F-35 nedida Tirkiyeyê.”

Netanyahu herwiha diyar kir ku her çend di mijara Îranê de carinan cihêwazî di navbera wî û Trump de hebe jî, di mijarên bingehîn de hevfikir in û got ku ji bo nirxandina pêşketinên bi Îranê re hê zû ye.

Share this content:

Post Comment