MACRON: DI ÊRÎŞA NÊZÎKÎ HEWLÊRÊ DE LEŞKERÊKÎ FRANSIZ KUŞT
Emmanuel Macron ragihand ku di êrişekê de li Herêma Kurdistana Iraqê leşkerêkî Fransî jiyana xwe ji dest daye. Di êrişê de hin leşkerên din jî birîndar bûn.
Serokkomarê Fransayê Macron di daxuyaniyeke ku li ser hesabê xwe yê medyayê civakî kir de got ku astsubayê hêza Fransî ya ku li herêmê kar dike, Arnaud Frion, di encama êrişê de hat kuştin. Wî di heman êrişê de birîndarbûna çend leşkeran jî piştrast kir.
Macron di daxuyaniya xwe de êriş bi tundî şermezar kir û got: “Ev êriş li dijî hêzên me yên ku ji sala 2015’an ve li dijî DAIŞê têkoşîn dikin, qebûl nayê kirin.” Wî diyar kir ku hebûna leşkerî ya Fransayê li Iraqê û Herêma Kurdistanê bi tevahî di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de ye û şert û mercên şerê li herêmê nikarin van êrişan rewa bikin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên leşkerî yên Fransî û berpirsê Cephê 6’an ê xeta Gûwer–Mexmûr, Sirwan Barzanî, hatine girtin, êriş bi du firokên bêmirov ên barê teqemenî (dronên bombebar) hate kirin.
Hat gotin ku armanca êrişê bingehê leşkerî bû ku li herêma Mala Qara ya li sînorê Mexmûrê, nêzîkî 40 kîlometreyan ji Hewlêrê dûr e. Piştî bûyerê li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û lêkolîn li ser kes an komên ku li paş êrişê ne didome.
Share this content:



Post Comment