DI ADANAYÊ DE NÎVÊ ŞEVÊ ALARM: ÎDDÎA TEQÎNÊ LI NÊZÎKÎ BINGEHA ÎNCIRLIK

DI ADANAYÊ DE NÎVÊ ŞEVÊ ALARM: ÎDDÎA TEQÎNÊ LI NÊZÎKÎ BINGEHA ÎNCIRLIK

Di Adana de di demên nîvê şevê de dengê sirenan hat bihîstin û ev yek bû sedema panîka kurt a li bajêr. Piştî dengê sirenan, li derdora İncirlik Air Base ê îddîa hate kirin ku teqînek çêbûye.

Li gor agahiyên ku ji herêmê têne, li dor saet 03:30’an pêşî siren hatin lêdan û paşê jî dengê teqînê hate bihîstin. Tê gotin ku teqîn li cihêkî nêzîkî bingehê leşkerî qewimîye, lê hîn jî hûrguliyên bûyerê ne hatine zelal kirin.

Piştî îddîayên teqînê, hin niştecihên Adanayê li ser medyayên civakî nivîsand ku li ezmanê ronahiyeke zêde dîtin û hîsa lerzînek sivik kirin.

Heta niha ji aliyê rayedarên fermî ve tu daxuyaniyek li ser sedema bûyerê an jî çima siren hatine lêdan nehatiye kirin. Tê gotin ku hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolîn dest pê kirine.

Share this content:

Post Comment