TOM BARRACK: HÊZÊN PÊŞMERGEYÊN YEKKIRIN GAVEKE HÊVÎDAR E
Nûnerê Taybet ê DYê ji bo Sûriye û Iraqê û Balyozê DYê li Enqereyê Tom Barrack, biryara yekgirtina hêzên Pêşmergeyê wekî “gaveke hêvîdar” binav kir. Barrack got ku pêşeroja Iraqê bi parastina avahiya dewletek yekane û netewe-dewletê ve girêdayî ye.
Barrack li ser pêşketinên dawî yên li Herêma Kurdistanê û Sûriyê nirxandin kir û bal kişand ser girîngiya biryara yekgirtina hêzên Pêşmergeyê. Wî got ku DY têkiliyên xwe bi dewletan re pêk tîne û bi milîsan re têkiliyan danaynin. Li gorî Barrack, avahiya dewletek yekane bingeha pêşeroja Iraqê ye.
Dema ji Barrack hat pirsîn ka di pêvajoya yekgirtina hêzên Pêşmergeyê de rolekî wî hebûye an na, wî bi awayekî henekî bersiv da û got ku tenê alîkariya aram mayîna hawîrdorê dike.
DIVÊ DI PÊVAJOYA DERBASBÛNA SÛRIYÊ DE DEM WERE DAYÎN
Barrack li ser pêvajoya siyasî ya li Sûriyê jî bersivên pirsan da. Dema ji wî li ser daxuyaniya Serokê Sûriyê Ehmed Şara ya derbarê têxistina Fermannameya jimare 13ê nav çarçoveya destûrê hat pirsîn, Barrack bal kişand ser vê yekê ku ji destpêka rêveberiya Şara ve hêj du sal jî derbas nebûne.
Barrack Şara wekî “rêberêkî pir ciwan” binav kir û got ku Sûriye di qonaxa derbasbûnê de ye. Wî diyar kir ku rêveberiya nû hewl dide xwe bi bingeh û rastiyên civakê re li hev bîne.
Barrack got ku ji niha ve pêşeroja avahiya destûrî ya Sûriyê bi awayekî kesin nirxandin dijwar e û rêveberiya nû ji bo gavên pêwîst ên destûrî biavêje pêdiviya demê heye.
Wî herwiha got ku ger Sûriye di demeke dirêj de bigihîje hawîrdoreke aram û îstîqrarê, wê hingê dê bêhtir bi awayekî saxlem were nirxandin ka destûr, qanûn û dezgehên dewletê dê çawa bêne avakirin.
Share this content:



Post Comment