LI KERKÛKÊ ZÊDEYÎ BÎN XWENDEKAR JI PERWERDEYA BI EREBIYÊ DERBASÎ PERWERDEYA BI KURDÎ BÛN
Li Kerkûkê hejmara xwendekarên ku perwerdeya bi zimanê Kurdî dibînin berdewam dike. Hat ragihandin ku îsal zêdetirî 1000 xwendekar ji perwerdeya bi zimanê Erebî derbasî perwerdeya bi zimanê Kurdî bûne. Midûriyeta Perwerdeya Kurdî ya Kerkûkê ragihand ku heta dawiya salê ev hejmar dikare bigihîje 1500 xwendekaran.
Midûrê Perwerdeya Kurdî ya Kerkûkê Kameran Elî di daxuyaniyekê de got ku ji destpêka salê ve zêdetirî 1000 xwendekar ji perwerdeya bi zimanê Erebî derbasî perwerdeya bi zimanê Kurdî bûne. Elî diyar kir ku sala borî jî nêzîkî 1200 xwendekar zimanê perwerdeya xwe ji Erebî ber bi Kurdî ve guhertine.
Hat ragihandin ku îsal nêzîkî 10 hezar xwendekar ji bo pola yekem li dibistanên ku perwerdeya wan bi Kurdî ye qeyd bûne. Midûriyeta Perwerdeyê herwiha ragihand ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve 1 milyon û 200 hezar pirtûkên dersê hatine şandin û di warê pirtûkan de niha pirsgirêkek nayê dîtin.
Li Kerkûkê 562 dibistanên ku perwerdeya bi Kurdî didin hene. Di van dibistanan de 8500 mamoste û karmend dixebitin û zêdetirî 100 hezar xwendekar perwerde dibînin.
Li aliyê din, rewşa avahiyên dibistanan jî wekî yek ji pirsgirêkên sereke yên qada perwerdeyê berdewam dike. Midûriyeta Perwerdeya Kurdî ya Kerkûkê ragihand ku 100 dibistan hewceyê nûvekirinê ne û ji nav wan 40 dibistan di xetera hilweşînê de ne. Herwiha li 30 dibistanan perwerdeya sê-shiftî tê meşandin.
Midûrê Perwerdeya Kurdî ya Kerkûkê Kameran Elî got ku Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Iraqê di warê nûvekirina avahiyên dibistanan de piştgiriya têr nake û bang li bo çareserkirina pirsgirêkên binesaziya perwerdeyê kir.
Share this content:



Post Comment