DFG ROJNAMEVAN SEYÎT EVRAN BI BÎR ANÎ: “ZINDÎ HIŞTINA BÎRANÎNA WÎ BERPIRSİYARIYA ME YE”
Komeleya Rojnamevanên Dîcle û Firatê (DFG), rojnamevan Seyît Evran ku di 22’ê Îlona 2023an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da, di salvegera mirina wî de bi bîr anî. DFGê diyar kir ku xwedîderketina li ser mîrasa rojnamevaniya Evran û berdewamkirina parastina rastiyê berpirsiyariyek e.
DFGê ji ber salvegera mirina Seyît Mehmûd Evran daxuyaniyeke nivîskî weşand. Hat gotin ku Evran, ku di 54 saliya xwe de di 22’ê Îlona 2023an de li nexweşxaneyekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li wir dermankirin digirt jiyana xwe ji dest da, jiyana xwe ya rojnamevaniyê ji ragihandina têkoşîna gelê Kurd a azadî û demokrasiyê, pêşketinên li Kurdistanê û rastiya gelên herêmê ji bo cîhanê re veqetandibû.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Evran rojnamevaniyê tenê wekî pîşeyek nedidît, lê dîtina rastiyên ku gelan dijîn û şahidiya dîrokê jî wekî erkên bingehîn ên rojnamevaniyê dihesiband. Hate destnîşankirin ku bi nûçe, wêne û nirxandinên ku li herêmên şer kişand û nivîsand, arşîvek girîng a rojnamevaniyê û bîrê li dû xwe hişt.
DFGê li ser mîrasa ku Evran li dû xwe hiştiye wiha got: “Zindî hiştina bîranîna wî, xwedîderketina li ser mîrasa rojnamevaniya wî û berdewamkirina parastina rastiyê ji bo me berpirsiyariyek e.”
SERPÊHATİYA ROJNAMEVANIYÊ DI SALA 1994AN DE DEST PÊ KIR
Seyît Evran di sala 1969an de li navçeya Hênê (Hani) ya Amedê ji dayik bû. Ew şahidê pêşketinên piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê bû. Di dema xwendina xwe ya li Zanîngeha Çukurova de bi rojnamevan Gurbetelli Ersöz re nas bû û ev yek di jiyana pîşeyî ya wî de bû xalek girîng.
Di serdema ku li bajarên Kurd ên şer, valakirina gundan û kuştinên bêkes û bêdadan zêde bûbûn, Evran di sala 1994an de li rojnameya Özgür Ülke dest bi rojnamevaniyê kir.
Di 3’ê Kanûna Paşîn a 1994an de, dema ku navenda rojnameya Özgür Ülke ya li Stenbolê û nivîsgehên wê yên li Enqere û Amedê hatin bombekirin, Evran berpirsê Edîtoriyê bû û ji êrîşê bê birîndar derket. Di êrîşê de xebatkarê rojnameyê Ersin Yıldız jiyana xwe ji dest da û 23 xebatkar jî birîndar bûn.
Evran di salên pişt re li herêmên şer ên Kurdistanê berdewam kir ku rojnamevaniyê bike. Wî ezmûn û şahidiyên xwe yên li herêmê di pirtûka xwe ya bi navê “Hayatın Kıyısına Yolculuk” de kom kirin.
PÊŞKETINÊN ROJAVAYÊ BI NÊZÎK VE ŞOPAND
Evran ku li Ermenistan û Rûsyayê jî rojnamevaniyê kiribû, di sala 2012an de çû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Wî pêşketinên li Rojava ji nêzîk ve şopand û ji bo ragihandina bûyerên herêmê ji raya giştî ya navneteweyî re xebitî. Herwiha li akademiyên çapemeniyê dersên rojnamevaniyê da.
Evran di sala 2017an de çû Herêma Kurdistanê ya Federal û piştî demekê dîsa vegeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Tevî ku du caran emeliyata dilê derbas kir, berdewam kir ku xebatên rojnamevaniyê bike.
Evran heta demên dawî yên jiyana xwe berdewam kir ku di warê rojnamevaniyê de bixebite. Evran di 22’ê Îlona 2023an de jiyana xwe ji dest da û li dû xwe mîraseke dirêj a rojnamevaniyê, ku ji nûçe, wêne, nivîs û şahidiyan pêk tê, hişt.
Share this content:



Post Comment