LI MANÎSAYÊ LI BER DIBISTANÊ ÊRÎŞA ÇEKDAR: XWENDEKAR BIRÎNDAR BÛN

LI MANÎSAYÊ LI BER DIBISTANÊ ÊRÎŞA ÇEKDAR: XWENDEKAR BIRÎNDAR BÛN

Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê, li ber Dibistana Meslekî û Teknîkî ya Anatolî ya İnce Üzmez êrişeke çekdarî hat kirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de hin xwendekar birîndar bûne.

Li gorî agahiyên destpêkê, kesek ku nasnameya wî hîn nehatiye eşkerekirin, hatiye ber dibistanê û bi çekê li derdorê bi awayekî bê hedef gule reşandiye.

Di dema êrîşê de hin xwendekar birîndar bûne. Piştî bûyerê, ekîbên ewlehî û tenduristiyê hatin şandin ser cihê bûyerê.

Di derbarê êrîşê de lêkolîn hat destpêkirin. Li bendê ye ku agahiyên nû li ser hûrguliyên bûyerê û rewşa tenduristiya xwendekarên birîndar bên parvekirin.

Share this content:

Post Comment