LI VENEZUELAYÊ PİŞT HEVDÛ ERDHEJÊN XURT HEJMARA QURBANIYAN ZÊDE DIBE

LI VENEZUELAYÊ PİŞT HEVDÛ ERDHEJÊN XURT HEJMARA QURBANIYAN ZÊDE DIBE

Venezuela di heman rojê de bi du erdhejên xurt ên bi mezinahiya 7,2 û 7,5 dereceyan hat hejandin. Li gor agahiyên destpêkê, di encama van erdhejan de herî kêm 32 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 700 kesan jî birîndar bûne.

Li gor daneyên Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), erdheja yekem di saet 18:04’an de li kûrahiya 21,9 kîlometreyan û bi mezinahiya 7,2 dereceyan çêbû. Tenê 39 çirkeyan piştî vê hejandinê, erdhejek din a bi mezinahiya 7,5 dereceyan qewimî.

Piştî van erdhejan, nêzîkî 20 erdheja piçûktir (artçı) hatin tomar kirin û tîmên alîkariyê xebatên xwe didomînin.

HEJMARA MIRIYAN Û BIRÎNDARAN ZÊDE DIBE

Seroka Dewleta Demkî ya Venezuela, Delcy Rodriguez, ragihand ku heta niha 32 kes mirine û zêdetirî 700 kes jî birîndar bûne. Wê diyar kir ku ji eyaleta La Guaira ya li nêzîkî Caracasê hîn agahiyên temam nehatiye wergirtin û ew herêm yek ji deverên ku herî zêde zirar dîtiye ye.

PANÎK LI CARACASÊ

Erdhejan li paytexta Caracasê û gelek herêmên din panîk çêkir. Hat ragihandin ku hin avahî hilweşiyane û gelek avahiyên din jî zirarên giran dîtine. Gel ji bo ewlehiyê derket ser kolanan, û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê dixebitin ku bigihîjin kesên li bin enkazan mayî.

USGS: FELAKET DIKARE PIR MEZIN BE

USGS van bûyeran wek “du erdhejên li pey hev” binav kir û hişyarî da ku mezinahiya felaketê dikare gelek mezintir be. Enstîtuyê got ku hem hejmara qurbaniyan û hem jî zirarên maddî dikarin di demên bê de zêde bibin.

ERDHEJ LI KOLOMBIYAYÊ JÎ HAT HESTKIRIN

Van hejandinan li derveyî sînorên Venezuela jî bandor çêkir. Erdhej li paytexta Kolombiyayê, Bogota, ku nêzîkî hezar kîlometre dûr e, jî hate hestkirin.

Yekîtiya Neteweyî ya Rîsk û Rêveberiya Felaketan a Kolombiyayê ragihand ku li peravên Karayîban tu metirsiya tsunamiyê tune ye.

Koordînatorê Tora Neteweyî ya Sîsmolojiyê ya Kolombiyayê, Freddy Tovar, got ku ji ber mezinahiya erdhejê û kûrahiya kêm, pêlên sîsmîk li herêmeke fireh belav bûne û ji ber vê yekê li piraniya Kolombiyayê hatine hestkirin.

Share this content:

Post Comment