ERDHEJA 7,2 DERECEYAN LI BAKURÊ JAPONYAYÊ PANÎK ÇÊKIR

ERDHEJA 7,2 DERECEYAN LI BAKURÊ JAPONYAYÊ PANÎK ÇÊKIR

Erdhejeke bi mezinahiya 7,2 dereceyan ku li beravên eyaleta Iwate ya li bakurê Japonyayê qewimî, bû sedema panîkê li herêmê. Karbidestan ragihandin ku tu metirsiya tsunamiyê tune ye û li gor agahiyên destpêkê tu kes nemiriye û tu birîndariyek giran nehatiye tomar kirin.

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê ragihand ku erdhej di destpêkê de bi mezinahiya 6,9 dereceyan hate nirxandin, lê paşê piştî lêkolînên nû mezinahiya wê hat guhertin û bû 7,2 derece.

Hat diyarkirin ku erdhej li Okyanûsa Pasîfîkê, li beravên bakurê rojhilatê Girava Honshu û di kûrahiya 44 kîlometreyan de qewimî.

TU HIŞYARIYA TSUNAMIYÊ NEHAT DAYÎN

Karbidestên Japonyayê ragihandin ku piştî erdhejê tu hişyariya tsunamiyê nehatiye dayîn û ji bo herêmên peravê metirsiyek tune ye. Axaftvanê hikûmetê Minoru Kihara got ku heta niha tu agahî li ser mirin an birîndariyan nehatiye wergirtin û xebatên tespîtkirina ziraran didomin.

LI BAJARÊN PERAVÊ ZIRARÊN BIÇÛK HATIN TOMARKIRIN

Li hin deverên peravê ku ji erdhejê bandor bûne, zirarên biçûk hatin qeyd kirin. Mutsumi Shimohata ku li bajarê Hashikami dijî got ku li mala wan tenê çarçoveyek ketibû erdê, lê li fabrikaya xwarinê ya ku tê de dixebite deriyê otomatîk xerab bûye û beşek ji banê avahiyê hilweşiyaye.

Di wêneyên ku televîzyonên Japonyayê weşandin de hat dîtin ku li hin market û firoşgehan kelûpel ji ser rafan ketine xwarê, lê jiyana rojane li derdora Bendera Hachinohe bi awayekî normal berdewam kir.

JAPONYA WELATEK E KU BI ERDHEJAN RE DIJÎ

Japonya li yek ji herêmên herî çalak ên sîsmîk ên cîhanê cih digire û li nuqteya ku gelek plakên tektonîk hev dicivin hatiye avakirin. Ji ber vê yekê her sal bi hezaran erdhej li welêt qewimin, lê piraniya wan bi şiddeta kêm an navîn in.

Japonya di sala 2011’an de bi erdhejeke 9 dereceyan û tsunamiyeke mezin re rû bi rû mabû. Di encama wê felaketê de nêzîkî 18 hezar û 500 kes jiyana xwe ji dest dan û li Santrala Nukleerî ya Fukushima’yê yek ji krîzên herî giran ên nukleerî yên dîrokê qewimî.

Share this content:

Post Comment