LI MISIRÊ ÊRÎŞEKE ÇEKDARÎ: 8 KES JIYANA XWE JI DEST DA

LI MISIRÊ ÊRÎŞEKE ÇEKDARÎ: 8 KES JIYANA XWE JI DEST DA

Di bajarê Assiut ê Misirê de di encama êrîşeke çekdarî de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Hêzên ewlehiyê ragihandin ku kesê êrîşkar di pevçûna çekdarî de hate kuştin.

Hat ragihandin ku bûyer li herêma Abanub, nêzî bajarê Assiut, qewimîye. Li gor şahidên çavan, êrîşkar ji nav erebeyekê derketiye û li devera rawestanên veguhastina giştî li sivîlan bi awayekî rasthatî agir vekiriye.

Di daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Misirê de hate gotin ku di êrîşê de 8 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku birîndaran ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.

Piştî êrîşê, gumanbar ber bi herêmeke gundewarî ve reviya, lê hêzên ewlehiyê ew dorpêç kirin û di encama pevçûnê de hate kuştin.

Wezaretê herwiha ragihand ku li gor lêkolînên destpêkê, êrîşkar kîşeyên derûnî hebûn û berê li nexweşxaneyeke derûnî li Qahîreyê tedawî dîtibû.

Rayedaran diyar kir ku lêkolîna sedemên êrîşê û paşxaneya bûyerê didome.

Share this content:

Post Comment