TAJÊ DESTPÊKA DEMSALÊ NÛ YA TÊKOŞÎNÊ RAGIHAND
Tevgera Azad a Jinên Êzidî (TAJÊ) piştî Kongreya xwe ya 3’an ku li Şengalê hate lidarxistin, bi daxuyaniya encamê armancên demsala nû ya têkoşînê eşkere kir. Kongre bi slogana “Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Jiyana Komunal ve” hate lidarxistin û di wê de avakirina komûnên jinan, pêşxistina rêxistinkirina demokratîk û mezinxistina têkoşîna jinên Êzidî wekî mijarên bingehîn hatin diyarkirin.
Zêdetirî 200 delegan beşdarî kongreyê bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku têkoşîna azadiya jinan dê li ser bingeha hevkariyê û hişmendiya hevpar were mezin kirin û peyamên piştgiriyê yên ji tevgerên jinên Kurd û Êzidî hatine şandin girîng hatin dîtin.
TAJÊ diyar kir ku peyamên Abdullah Öcalan yên derbarê azadiya jinan, aşitî û civaka demokratîk de moral da kongreyê û tekez kir ku jin dê di demsala nû de roleke pêşeng bilîzin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku jinên Êzidî dê têkoşîna azadiyê mezin bikin û ji bo azadiya fizîkî ya Öcalan têkoşînê bidomînin.
Di kongreyê de herwiha biryar hatin girtin ku li dijî zihniyeta desthilatdariya mêran, kuştina jinan, zewacên temen biçûk, pirjinî û şîdeta li dijî jinan têkoşînek hêzdar were meşandin. Hat tekez kirin ku azadiya jinan azadiya civakê ye û armanca guhertina civakî hate pêşxistin.
TAJÊ ragihand ku ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidî yên ku DAIŞ revandin têkoşînê didomîne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo nasandina Fermana 74’an wekî “jenosîd” li asta navneteweyî xebat dê bidome.
Di encamnameyê de hate diyarkirin ku ji bo nasandina hêza parastina jinan YJŞ û Asayîşa Jinên Êzidxan dê têkoşîna hiqûqî were meşandin. Herwiha ji bo pêşxistina hişmendiya xweparastinê ya jinan xebatên perwerdehiyê dê were zêdekirin.
Yek ji biryarên herî balkêş ên kongreyê rêxistinkirina komûnên jinan bû. TAJÊ diyar kir ku di demsala nû de li gund û bajarokan komûnên jinan û modelên aboriya komunal a xweser dê werin pêşxistin.
Di daxuyaniya encamê de hate gotin ku jinên Êzidî dê di pêvajoya nasandina statûya Şengalê û demokratîkbûna siyaseta Iraqê de roleke pêşeng bilîzin û bang li hemû jinan hate kirin ku rêxistin bibin.
Share this content:



Post Comment