LI AMEDÊ LI DIJÎ KUŞTINÊN JINAN 10 HEFTÎ ÇAVDÊRIYA EDalet Û BÎRÊ

LI AMEDÊ LI DIJÎ KUŞTINÊN JINAN 10 HEFTÎ ÇAVDÊRIYA EDalet Û BÎRÊ

Tora Têkoşîna li dijî Şîdetê ya Amedê ji bo kişandina balê ser kuştinên jinan û mirinên gumanbar ên jinan, ragihand ku dê ji 6’ê Cotmehê ve her sêşemê li ber Dadgeha Diyarbakirê “Çavdêriya Jinan, Edalet û Bîrê” dest pê bike. Tê payîn ku çavdêrî dê 10 hefteyan bidome û di vê çarçoveyê de jiyana jinên hatine kuştin û pirsên bêbersiv ên di dozên wan de bên rojevê.

Tora Têkoşîna li dijî Şîdetê ya Amedê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li Komeleya Jinan a Rosa, destpêkirina çavdêriyê ragihand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çavdêrî dê roja sêşemê, 6’ê Cotmeha 2026’an, saet 12:30’an li ber Dadgeha Diyarbakirê dest pê bike û dê 10 hefteyan her sêşemê li heman cihî bidome.

Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Îrem Îlhan, ku li ser navê jinan daxuyanî da, diyar kir ku mirinên jinan carinan wekî “xwekuştin”, “qezayê” an “mirina gumanbar” tên binavkirin û lêkolînên bi bandor li ser van bûyeran nayên meşandin.

Îlhan tekez kir ku divê kuştinên jinan wekî bûyerên takekesî neyên nirxandin. Wê got ku şîdeta navmalê, gef, şopandina bi israr, gihîştina çekan, pêk nehatina biryarên parastinê, lêkolînên bêbandor û bêcezayî divê bi hev re bên nirxandin.

DIVÊ LI SER MIRINÊN GUMANBAR ÊN JINAN LÊKOLÎNÊN BI BANDOR BÊN MEŞANDIN

Torê daxwaz kir ku di wan bûyeran de ku sedema mirinê hîn ne diyar e, lêkolînên cihê bûyerê bi hûrgilî bên kirin, delîlên edlî û dîjîtal bên nirxandin û şîdeta ku jin berê rastî wê hatine bi awayekî berfireh bê lêkolînkirin.

Îrem Îlhan diyar kir ku ew li dijî sînordarkirina lêkolînên li ser mirinên gumanbar ên jinan û bûyerên windabûna jinan li bajarên Kurdistanê ne, bi ravekirinên wekî “xwekuştin”, “ketin”, “xeniqîn” an “windabûn” ji qonaxa destpêkê ve.

Her wiha torê bang li saziyên têkildar kir ku Qanûna Hejmara 6284, ya ku armanca wê parastina jinan e, bi awayekî çalak were sepandin; di bûyerên xeternak de tedbîrên parastinê bên girtin û îhmalkariyên muhtemel ên karmendên dewletê bi awayekî serbixwe bên lêkolînkirin. Di dozên ku karmendên dewletê wekî gumanbar an sûcdar tê de cih digirin de jî divê serxwebûna lêkolînan were garantîkirin.

HER HEFTE DÊ ÇÎROKÊN JINÊN HATINE KUŞTIN BÊN VEGOTIN

Hat ragihandin ku di çarçoveya vê çavdêriyê de, her hefte dê jiyana jinên hatine kuştin û pirsên bêbersiv ên di dozên wan de bên rojevê.

Îrem Îlhan got ku armanca çavdêriyê tenê cezakirina sûcdaran nîne, lê di heman demê de dixwaze saziyên berpirsiyar ji parastina jinan û karmendên ku lêkolînên bi bandor meşandine jî bersivdar bin.

Tora Têkoşîna li dijî Şîdetê ya Amedê bang li rêxistinên jinan, saziyên hiqûqî û mafên mirovan, saziyên demokratîk û hemwelatiyan kir ku tevlî çavdêriya ku dê di 6’ê Cotmehê de li ber Dadgeha Diyarbakirê dest pê bike bibin.

Share this content:

Post Comment