KCK JI BO KADİR ÎNANIR PEYAMEKE SERXWEŞIYÊ WEŞAND

KCK JI BO KADİR ÎNANIR PEYAMEKE SERXWEŞIYÊ WEŞAND

Hevserokatiya Encûmena Rêvebir a KCK’ê ji bo hunermend Kadir Înanır, ku jiyana xwe ji dest da, peyameke serxweşiyê weşand. Di peyamê de hate gotin ku Kadir Înanır bi hunera xwe û helwesta xwe ya demokratîk dê her dem di bîra gelan de bimîne. Ji malbat, nêzîkan, civaka hunerê û gelên Tirkiyeyê re serxweşî hat xwestin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kadir Înanır di tevahiya jiyana xwe de nirxên demokratîk parastin, ji ramanên xwe yên azad tawîz neda û bi hestyarbûna xwe ya li hember pirsgirêkên civakî bal kişand.

KCK diyar kir ku Înanır her dem li gel komên bindest rawestiye û li dijî zordarî, cudakariyê û neheqiyê helwest girt. Hate gotin ku helwesta wî ya wek hunermend û rewşenbîr dê salan bête bîranîn.

Di peyamê de herwiha hate gotin ku Kadir Înanır dostê gelê Kurd bû û piştgirî da mafên zimanî, nasname û çandî yên Kurdan. Herwiha hate destnîşankirin ku wî li dijî nêrînên neteweperest û cudaker helwesteke rexneyî hebû.

Di dawiya daxuyaniyê de KCK got ku helwesta demokratîk û azadîxwaz a Kadir Înanır dê ji bo nifşên bêyînde jî bibe mînak û navê wî dê di bîra hevpar a gelan de bijî.

Share this content:

Post Comment