PARÊZERÊN ŞOREŞÊ: ME BI FÛZEYAN LI BINGEHÊN LEŞKERÎ YÊN AMERÎKAYÊ BERSIV DA

PARÊZERÊN ŞOREŞÊ: ME BI FÛZEYAN LI BINGEHÊN LEŞKERÎ YÊN AMERÎKAYÊ BERSIV DA

Parêzerên Şoreşa Îranê daxuyaniyek weşand û li ser tengeziya dawî ya li dora Tengava Hurmuzê got ku ew li hember êrîşên leşkerî yên Amerîkayê bi êrîşên fûzeyan bersiv dane.

Di daxuyaniyê de hate îdia kirin ku artêşa Amerîkayê hin keştiyên Îranê û hin xalên leşkerî yên li dora Tengava Hurmuzê hedef girtine. Li gorî Parêzerên Şoreşê, piştî van êrîşan hêzên deryayî yên Îranê bi fûzeyan bingehên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê hedef girtin.

Di daxuyaniyê de herwiha hate hişyar kirin ku ger êrîşên nû werin dubarekirin, bersiva Îranê dê pir xurtir û firehtir be.

Di aliyê din de, rêveberiya Amerîkayê îdia kir ku Îranê roja Înê bi balafirên bêmirov li hin keştiyên barkêş ên sivîl yên Amerîkayê êrîş kiriye. Washington ev bûyer wek binpêkirineke cidî ya ewlehiya deryayî nirxand.

Navenda Fermandariya Hêzên Navîn ên Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihand ku piştî êrîşa ÎHA’yê ya li ser keştiyek bazirganî ya bi ala Singaporeyê ku di Tengava Hurmuzê de diherikî, li hin cihên fûze û balafirên bêmirov ên Îranê operasyon pêk anîne.

Ev pêşketin di demekê de rû didin ku Îran û Amerîka li ser hin mijaran danûstandinan didomînin û tengeziya leşkerî di herêmê de dîsa bilind dibe.

Share this content:

Post Comment