KARVANA YEKEM A VÊGERA EFRÎNÊ KET RÊ
Di çarçoveya pêvajoya vegera sivîlên ku ji Efrînê bi zorê hatine derxistin de, karvana yekem ket rê. Malbatên ku ji Qamişlo derketin, tê plan kirin ku li Hesekê bicivin û ji wir bi hev re ber bi Efrînê ve biçin.
Hêzên Ewlehiya Navxweyî di 7’ê Adarê de di daxuyaniyekê de ragihandibûn ku koma yekem a kesên ku ji Efrînê bi zorê hatine koçkirin dê ji bo vegera herêmên xwe bi rê bikevin. Li gorî daxuyaniyê, îro nêzîkî 400 malbatên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê beşdarî rêwîtiya vegerê dibin.
Malbatên ku li Qamişlo dijîn ji sibe zû ve amadekariyên xwe tamam kirin da ku ber bi Hesekê ve biçin. Hat ragihandin ku malbat piştî ku li Hesekê bicivin, dê bi karvanekê ber bi Efrînê ve bi rê bikevin.
Di çarçoveya rêxistina vegerê de, ji aliyê Meclîsa Koçberên Efrîn-Şehba ve 50 otobês û 75 mînîbûs hatine amadekirin. Her weha gelek erebeyên taybet jî beşdarî karvanê dibin. Erebe ji Qamişlo derketin û ber bi Hesekê ve ketin rê. Tê hêvîkirin ku karvana ku li wir bicive, paşê bi hev re ber bi Efrînê ve bi rê bikeve.
Share this content:



Post Comment