JI ÎRANÊ HIŞYARIYA JI BO WELATÊN KU PIŞTGIRÎYA AMERÎKAYÊ DIKIN

JI ÎRANÊ HIŞYARIYA JI BO WELATÊN KU PIŞTGIRÎYA AMERÎKAYÊ DIKIN

Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, Muhsin Rizaî, got ku welatên ku piştgirîya şerê aborî yê Amerîkayê bikin, dê wek dijmin bêne dîtin û bibin hedef.

Muhsin Rizaî, ku bi televîzyona dewletê ya Îranê re axivî, li ser siyasetên cezayên aborî û zextên ku Amerîka ragihandiye nirxandin kir.

Rizaî hişyarî da welatên ku piştgirîya cezayên Amerîkayê dikin û got ku dewletên ku beşdarî van siyasetan bibin, dê ji aliyê Îranê ve wek “welatên dijmin” bêne nirxandin.

Wî got ku Îran dê pêşî bi welatên cîran re rêya danûstandinê biceribîne.

Rizaî got: “Divê welatên cîran nebin beşdarê şerekî aborî li dijî Îranê. Heke ew bi Amerîkayê re tevbigirin, em ê wan bikin hedef.”

Rizaî herwiha got ku hêzên Îranê ji bo her pêşketinekî amade ne û heke Amerîka şerê aborî berfireh bike, dibe ku veguhestina enerjiyê li herêma Kendavê bikeve bin bandorê.

Wî hişyarî da Amerîkayê ku hêzên leşkerî yên zêde neşîne herêmê û got ku her gavên leşkerî li dijî Îranê dê bersiv bibînin.

Li ser Tengava Hurmuzê jî axivî û got ku tengav li gorî nêrîna Îranê girtî ye û heke Amerîka berpirsiyariyên xwe bicîh bîne, rewş dikare ji nû ve were nirxandin.

Share this content:

Post Comment