ÎRANÊ RAGIHAND KU TENGAVIYA HURMUZÊ GIRTÎYE, DU KEŞTÎ HATINE ARMANCKIRIN
Rayedarên Îranê ragihandin ku piştî êrîşên Amerîkayê yên li hin herêmên başûrê welêt, Tengaviya Hurmuzê ya ku girîngiyeke stratejîk heye ji bo hemû trafîka deryayî hatiye girtin. Herwiha hate gotin ku du keştiyên ku hewl dane ji tengaviyê derbas bibin hatine armanckirin.
Di daxuyaniya Hatemu’l Enbiya, navenda berpirsiyar ji bo rêvebirina operasyonên şer ên Hêzên Çekdar ên Îranê de, hate gotin ku ji ber metirsiyên ewlehiyê Tengaviya Hurmuzê heta daxuyaniyeke din ji bo tevgera keştiyan hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de hate xuyakirin ku ne tankerên petrolê û ne jî keştiyên bazirganî nikarin ji tengaviyê derbas bibin û her hewldana derbasbûnê ya li dijî biryarê dê were astengkirin.
Ev biryar piştî ku Dewletên Yekbûyî ragihand ku li dijî gelek armancên li Îranê operasyonên leşkerî pêk anîne, hate girtin. Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku bi fermana Donald Trump gelek armancên li Îranê hatine armanckirin.
Piştî zêdebûna tengezariyê di herêmê de, Tengaviya Hurmuzê ku yek ji girîngtirîn rêyên bazirganiya enerjiyê ya cîhanê ye, dîsa bûye navenda balê ya navneteweyî.
Di daxuyaniyeke cuda ya Hêzên Deryayî yên Pasdarên Şoreşa Îranê de hate gotin ku du keştiyên ku dixwestin ji tengaviyê derbas bibin hatine vurandin. Rayedarên Îranê derbarê nasnameya van keştiyan û asta zirarê agahî zêdetir neparve kir.
Pisporan hişyar dikin ku pêşveçûnên li Tengaviya Hurmuzê dikarin bibe sedema alozbûnên nû di bazarên enerjiyê yên cîhanî de. Li gorî wan, heke tengezarî bidome, dibe ku di şandina petrolê de astengî çêbibin û bihayên enerjiyê dîsa bilind bibin.
Share this content:



Post Comment