ÎRAN LI GEMIYÊN KU LI RÊYA DERBASBÛNÊ NEKIN CEZA BIKAR TÎNE

ÎRAN LI GEMIYÊN KU LI RÊYA DERBASBÛNÊ NEKIN CEZA BIKAR TÎNE

Îran ragihand ku li keştiyên ku di Tengava Hurmuzê de li gorî rêya derbasbûna diyarkirî neçin, di derbasbûnên wan ên paşerojê de dê cezayên pereyê, girtin an jî desteserkirinê bên sepandin.

Rêveberiya Rêya Avê ya Kendava Basrayê ya Îranê (PGSA) di hesabê xwe yê medyaya civakî de daxuyaniyek weşand û ragihand ku keştiyên ku rêya diyarkirî ya derbasbûnê bi kar neynin, di derbasbûnên xwe yên paşerojê de dikarin rastî cezayên cuda bên.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser van keştiyan dikare cezayê pereyê were sepandin, keştî dikare bê girtin an jî bê desteserkirin. Her wiha bang li şirketên ku barê ber bi Kendava Basrayê ve dibin an ji wir bar digirin hate kirin ku berî kirêkirina keştiyan, lîsteya nûjen a keştiyên ku binpêkirin kirine kontrol bikin.

PGSA ragihand ku keştiyên ku di çalakiyên wekî veguhastina bar ji keştiyekê bo keştiyek din, transshipment û karên mîna wan de bi keştiyên di lîsteyê de hevkariyê bikin, dê ew jî werin xistin lîsteya binpêkeran.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku keştiyên ku dixwazin navê wan ji lîsteyê were derxistin, divê sedemên xwe diyar bikin û daxwaza xwe bi nivîskî ji saziyê re bişînin.

Share this content:

Post Comment