SÛRIYE Û ÎSRAÎL LI ÜRDÛNÊ LI HEV RÛN

SÛRIYE Û ÎSRAÎL LI ÜRDÛNÊ LI HEV RÛN

Heyetên Sûriyê û Îsraîlê, bi navbeynkariya DYA li Urdunê li hev rûniştin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANA, heyeta bilind a Sûriyê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Sûriyê Esad Şeybanî û heyeta Îsraîlê, bi navbeynkariya DYA li Urdunê civiyan.

Di civînê de, ku piştî bombebarana Îsraîlê ya ser axa Sûriyê û zêdebûna tengezariyê li başûrê Sûriyê hate lidarxistin, ji nû ve destpêkirina pêvajoya danûstandinan ji bo gihiştina peymanekî ewlehiyê di navbera her du welatan de hate nîqaşkirin.

Li gorî nûçeyê, aliyê Sûriyê helwesta xwe ya “Golana dagirkirî axa Sûriyê ye” dubare kir û xwest ku Peymana Veqetandinê ya sala 1974-an ji nû ve were aktîfkirin û bicihkirin.

Share this content:

Post Comment