ÎRAN DÎSA LI DIJÎ BINGEHÊN AMERÎKAYÊ LI KENDAVA FARSÊ MÎSLÊ DAN Û ÎDÎA KIR
Îranê ragihand ku wek bersiva êrîşên dawî yên Dewletên Yekbûyî operasyonên li dijî cihên leşkerî yên Amerîkayê li herêma Kendava Farsê pêk aniye. Artêşa Îranê îdia kir ku bingeha hewayî ya Sakhir li Behreynê bi dronan armanc kiriye, her wiha Hêzên Pasdarên Şoreşê jî ragihandin ku cihên leşkerî yên Amerîkayê li Kuweytê hatine xistin bin êrîşê. Qatar jî ragihand ku pergala parastina asmanî hemû fuzeyên ku ber bi welêt ve hatin avêtin asteng kir.
Li gorî daxuyaniya artêşa Îranê, di qonaxa 11’an a “Operasyona Biraqê” de helîkopter û balafirên keşfê yên P-8 yên Amerîkayê li bingeha Sakhir bi dronên Areş hatin armanc kirin.
Daxuyanî diyar kir ku ev operasyon wek bersiva êrîşên ku tê îdia kirin Amerîka li dijî sivîl û binesaziya sivîl a Îranê kiriye hate pêkanîn.
Hêzên Pasdarên Şoreşê jî ragihandin ku di qonaxa 12’an a “Operasyona Nasr-2” de cihên leşkerî yên Amerîkayê li Kuweytê hatin armanc kirin. Li gorî wan, radarên hişyariya zû, pergalên berevaniya fuzeyan, depoyên çekan û platformên avêtina fuzeyan di nav armancan de bûn.
Pasdarên Şoreşê her wiha hişyarî dan ku operasyonên bersivê li dijî Amerîkayê dê bidomin.
Di aliyekî din de, Wezareta Parastinê ya Qatarê ragihand ku hemû fuzeyên ku ber bi welêt ve hatibûn avêtin bi serkeftî hatin astengkirin. Wezaretê got ku tehdîda ewlehiyê bi tevahî qediyaye.
Di dema êrîşan de li Behreynê sirenên hişyariya êrîşên asmanî lêdan, û li Kuweytê jî pergalên parastina asmanî ji bo metirsiya dron û fuzeyan hatin amadekirin.
Piştre Wezareta Karên Hundirîn a Qatarê ragihand ku rewşa ewlehiyê vegeriyaye rewşa normal û tehdîda ewlehiyê nema.
Share this content:



Post Comment