ÎDÎAYA AZADKIRINA SELAHATTİN DEMİRTAŞ DI PAYÎZÊ DE LI ANKARAYÊ TÊ AXAFTIN

ÎDÎAYA AZADKIRINA SELAHATTİN DEMİRTAŞ DI PAYÎZÊ DE LI ANKARAYÊ TÊ AXAFTIN

Rojnamevan Fatih Atik got ku di kulîsên siyasî yên Ankarayê de îdîayên li ser azadkirina Serokê berê yê Hevserokatiya HDP’ê Selahattin Demirtaş di mehên payîzê de tên axaftin. Wî diyar kir ku bandorên siyasî yên azadkirineke gengaz jî di nav mijarên ku têne nîqaşkirin de ne.

Atik di bernameyekê ya TGRT de axivî û got ku di rewşa azadkirina Demirtaş de, gengaz e ku rola wî di rêveberiya DEM Partiyê de jî bibe mijara gotûbêjan.

Wî got: “Li Ankarayê senaryoyên cûda li ser azadkirina Selahattin Demirtaş di payîzê de tên axaftin. Heke Demirtaş were azadkirin û di rêveberiya DEM Partiyê de cih bigire, gelo pêvajoya siyasî ya heyî dê bi rêyekî din pêşve here? Ev hemû mijar tên nirxandin.”

Di van rojên dawî de navê Selahattin Demirtaş dîsa bûye navenda rojeva siyasî. Di heman demê de, Kemal Kılıçdaroğlu ku bi biryara dadgehê wek serokê CHP’ê hate tayînkirin, di bernameyek televîzyonê de got ku ji piştgirîkirina rakirina bêparêziyê ya Demirtaş poşman nîne.

Ji aliyekî din ve, Kılıçdaroğlu ragihand ku dixwaze li zindanan serdana Selahattin Demirtaş bike. Lê heta niha ne diyar e ka Demirtaş dê ev daxwaza serdanê qebûl bike yan na.

Share this content:

Post Comment