ÎRANÊ RAGIHAND KU RÊVEBIRINA TENGAVA HORMUZÊ WERBIGIRE
Medyayên fermî yên Îranê ragihandin ku Serokê Meclîsa Îranê û sereke muzakerêkarê welatê, Muhammed Baqir Qalibaf, gotiye ku hikûmeta Tahranê dê kontrol û rêveberiya Tengava Hormuzê bi dest bixe. Ev daxuyanî piştî hewildanên dîplomatîk ên ji bo dawîkirina aloziyên navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê hat.
Piştî civînên ku li Swîsrayê hatin lidarxistin, navbeynkaran ragihandin ku Îran û Dewletên Yekbûyî li ser vekirî mayîna Tengava Hormuzê û avakirina rêyek ragihandinê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Li Libnanê gihiştine lihevkirinekê.
Li gor ajansa fermî ya IRNA’yê, Qalibaf di dema vegera xwe de got ku, “Tengava Hormuzê êdî tu carî venagere rewşa beriya şer û li gor çarçoveya hiqûqa navneteweyî dê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve were rêvebirin.”
Wî di peyamek vîdyoyî de ku li ser hesabê xwe yê Telegramê hate weşandin, got ku civînên ku li Bürgenstockê hatin kirin encamên erênî dane.
Qalibaf diyar kir ku di mijarên wekî statûya tengavê, rewşa Libnanê, rakirina astengiyên li ser eksporta petrolê û azadkirina fonên Îranê yên hatine cemidandin de pêşketin hene.
Piştî muzakeran, Cîgirê Serokkomarê Amerîkayê JD Vance ragihand ku Îranê dê destûrê bide çavdêrên nukleerî yên Neteweyên Yekbûyî vegerin welêt. Piştî vê yekê, Washingtonê hin cezayên li ser petrola Îranê bi awayekî demkî rawestand.
Di çarçoveya lihevkirinê de tê payîn ku Îran ji sivikkirina hin cezayan û azadkirina sermayeyên xwe yên cemidandî sûd werbigire.
Qalibaf got ku ev pêvajo hîn di destpêkê de ye û divê hewildanên dîplomatîk bidomin.
Medyayên Îranê herwiha ragihandin ku Qalibaf di rêya vegerê de serdana Oman’sê jî kiriye; welatek ku Tengava Hormuzê bi Îranê re parve dike.
Tengava Hormuzê ku di destpêka şer de ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, piştî lihevhatina nava Washington û Tahranê dîsa hatibû vekirin. Lê Îranê paşê ragihand ku wekî bersivek li hember êrîşên Îsraîlê li Libnanê, tengav dîsa hatiye girtin.
Li gor navbeynkarên Qeterî û Pakistanî, her du alî li ser avakirina xetek ragihandinê ya rasterast ji bo pêşîgirtina ji bûyerên nexwestî, şaşfêmkirinan û parastina derbasbûna ewle ya keştiyên bazirganî lihev hatine.
Daneyên şîrketên ku tevgera keştiyan dişopînin jî nîşan didin ku trafîka deryayî di Tengava Hormuzê de bê qutbûn berdewam bûye û ji heyama beriya lihevhatina Îran û Amerîkayê zûtir pêş çûye.
Share this content:



Post Comment