GELÊ ŞENGALÊ: KORÎDORA MIROVANÎ JI HEZARAN ÊZÎDIYAN RE RÊYA JIYANÊ VEKIR
Bi nêzîkbûna salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, gelê Şengalê bi pêşengiya Komînên Şaredariyên Gelê Şengalê li ser xeta Korîdora Mirovanî ya di navbera Şengal û Rojava de civiyan û bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane kirin.
Di daxuyaniya ku di merasîmê de hate xwendin de hate gotin ku bi saya korîdora mirovanî ya ku ji aliyê şervanên YPG-YPJ û hêzên gerîlayê ve hate vekirin, hezaran Êzîdî ji qirkirinê rizgar bûn. Beşdaran diyar kirin ku ev korîdor ne tenê rêyek derbasbûnê bû, lê di heman demê de bû sembola berxwedana ku gel bi wê ji nû ve bi jiyanê ve girêda.
Hevserokê Komînên Şaredariyên Gelê Şengalê Xwedêda Îlyas di axaftina xwe de got ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de gelê Êzîdî bi felaketeke mezin re rû bi rû ma û bandora wê trajediyê heta îro jî didome. Wî got ku gel salan e bi zehmetiyên mezin têkoşîn dike û birînên ku fermana 3’ê Tebaxê hiştine hîn bi tevahî nehatiye dermankirin.
Îlyas diyar kir ku di dema fermanê de gelê Êzîdî tenê hate hiştin û rexne li rêveberiya wê demê ya Iraq û Herêma Kurdistanê anî. Wî got ku gelê Şengalê li ser bingehê ramanên Rêber Apo rêxistin kir û bi saya korîdora mirovanî ya ku ji aliyê şervanên YPG-YPJ û gerîlayan ve hate vekirin, hezaran kes gihiştin cihên ewle.
Îlyas got ku ev korîdor bû şahidê rizgariya hezaran mirovan û bi rêzdarî bîranîna hemû şehîdên ku di vê pêvajoyê de canên xwe fedayî kirin, kir.
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Share this content:



Post Comment