FERMANDARÊ HSM’Ê AMED MALAZGIRT BO KADİR ÎNANIR PEYAMA SERXWEŞIYÊ WEŞAND

FERMANDARÊ HSM’Ê AMED MALAZGIRT BO KADİR ÎNANIR PEYAMA SERXWEŞIYÊ WEŞAND

Yek ji fermandarên Navenda Parastina Gel (HSM), Amed Malazgirt, ji bo hunermendê ku jiyana xwe ji dest da Kadir Înanır peyameke serxweşiyê weşand. Wî di peyama xwe de got ku Kadir Înanır di tevahiya jiyana xwe de li gel bindestan rawestiya û hevalek dilsoz ê gelê Kurd bû.

Malazgirt diyar kir ku mirina Kadir Înanır bi xemgîniya mezin hîn bûye û ew wekî hunermendekî mezin, lawêkî Karadenizê û dostê gelê Kurd bi bîr anî.

Di peyamê de hate gotin ku Înanır ne tenê bi serkeftinên xwe yên hunerî, lê herwiha bi helwesta xwe ya demokratîk û piştgirîya ku ji mafên gelan û bindestan re dida di bîra mirovan de maye.

Malazgirt got ku karakterên ku Kadir Înanır di fîlman de can dikir, her dem li aliyê gel, dadperwerî û berxwedana li dijî zilmê bûn û ev yek jî nîşana kesayetiya rastîn a wî bû.

Di daxuyanîyê de hate gotin ku “Bi vê helwest û rastiya xwe ya şoreşgerî di dilê me hemûyan de reh girt” û hate diyarkirin ku nirxên ku wî li pey xwe hiştine dê her dem bên bîranîn.

Di dawiya peyamê de Malazgirt ji malbata Kadir Înanır, heval û dostên wî û hemû kesên ku ew hez dikirin re serxweşî û sebr xwest.

Share this content:

Post Comment