ŞEHÎD ZÎLAN LI ŞENGALÊ BI SÊMÎNAREKÊ HATE BÎRANÎN

ŞEHÎD ZÎLAN LI ŞENGALÊ BI SÊMÎNAREKÊ HATE BÎRANÎN

Şehîd Zîlan di salvegera 30’emîn a şehadeta xwe de li Şengalê bi semînarekê hate bîranîn. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hate lidarxistin û tê de jiyan, têkoşîn û mîrasa Şehîd Zîlan hate nirxandin.

Semînar li Salona Komûna Gel a Şengalê hate lidarxistin û gelek kes beşdar bûn. Di bernameyê de pêşkêşiyên li ser jiyana Şehîd Zîlan û têkoşîna wê hatin kirin.

Endama Koordînasyona TAJÊ, Neam Bedel, di axaftina xwe de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û got ku çalakiya Şehîd Zîlan di dîroka têkoşîna azadiyê ya gel de cihê taybet heye.

Bedel diyar kir ku hemû destkeftiyên îroyîn bi fedakariya şehîdan hatine bidestxistin û gel dê li ser rêya wan bi domdarî bimeşe.

Di çarçoveya semînarê de fîlimek li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Zîlan jî hate pêşkêşkirin. Beşdaran piştî xuyakirinê peyamên girêdana xwe bi têkoşîna azadiyê dubare kirin.

Semînar bi sloganan bi dawî bû û beşdaran soza domandina rêya Şehîd Zîlan nû kirin.

Share this content:

Post Comment