ÊRÎŞÊN ÎSRAYÊLÊ LI LUBNANÊ DIDOMIN: 2 JIN JIYANA XWE JI DEST DAN, 22 KES BIRÎNDAR BÛN
Êrîşên asmanî yên artêşa Îsrayêlê li Başûrê Lubnanê berdewam in. Di bombardûmana li bajaroka Saksakiyê ya girêdayî Saydayê de 2 jin jiyana xwe ji dest dan û 22 kes birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku di nav birîndaran de 3 zarok û jinek jî hene. Hatin diyarkirin ku birîndar li nexweşxaneyên herêmê tên dermankirin.
Li gorî daneyên Navenda Operasyonên Acîl a Tenduristiya Giştî ya Lubnanê, ji 2’ê Adarê ve di êrîşên Îsrayêlê de herî kêm 3 hezar û 593 kes hatine kuştin û 10 hezar û 990 kes birîndar bûne.
ARTÊŞA ÎSRAYÊLÊ: DI 48 SAETAN DE 150 ARMANC HATIN LÊDAN
Artêşa Îsrayêlê daxuyand ku di 48 saetên dawî de li Başûrê Lubnanê nêzîkî 150 armancên Hizbullahê hedef girtine.
Hat ragihandin ku di nav van armancan de depoyên çekan, navendên fermandariyê û pergalên avêtina mûşek û roketan hene.
SEROKKOMARÊ LUBNANÊ REAKSÎYON NÎŞAN DA
Serokkomarê Lubnanê Joseph Avn êrîşên berdewam yên Îsrayêlê, tevî hebûna agirbestê, şermezar kir û wan wekî “êrîşên bê ceza yên berdewam” binav kir.
DU LEŞKERÊN ÎSRAYÊLÊ HATIN KUŞTIN
Artêşa Îsrayêlê her weha ragihand ku di pevçûnên li Başûrê Lubnanê de du leşkerên wê hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, Serbazê bi pileya Kapîtan Shahar Gamla piştî ku bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da, Çawiş Ohad Yaari jî rojek berê hat kuştin.
CENTCOM: DU DRONÊN ÎRANÊ HATIN XISTIN
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihand ku du dronên êrîşê yên Îranê ku xetere ji bo trafîka deryayî ya navneteweyî li Tengava Hurmuzê çêdikirin hatine xistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên Amerîkayê li herêmê di rewşeke hişyariya bilind de ne û li hember her êrîşeke gengaz a Îranê amadekariyên xwe didomînin.
Share this content:



Post Comment