LI DUHOKÊ 2 DRON HATIN XISTIN
Li asmanê Bicilê ya girêdayî navçeya Akrê ya parêzgeha Duhokê, du dronên ku di tevgerê de bûn hatin xistin.
Rêvebirê Nahiyeya Bicilê, Beşar Mihemed, ragihand ku du dronên ku li herêmê di firînê de bûn ji aliyê balafirên şer ve hatin xistin û bê bandor kirin.
Mihemed got ku di encama bûyerê de ne can ziyan çêbûye û ne jî zirareke maddî hatiye tomar kirin.
Li gorî agahiyên heyî, hêj nehatîye diyarkirin ku van dronan kîjan welat an komeke çekdar bûne xwedî. Her wiha armanca firîna wan jî hêj nayê zanîn.
Hat ragihandin ku lêkolîn li ser bûyerê didome.
Share this content:



Post Comment