ÊRÎŞÊN HEVDÛYÎ YÊN DYA Û ÎRANÊ TENGEZARIYÊ ZÊDETIR KIR

ÊRÎŞÊN HEVDÛYÎ YÊN DYA Û ÎRANÊ TENGEZARIYÊ ZÊDETIR KIR

Êrîş û bersivên leşkerî yên navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê tengezariya herêmê gihand asteke nû. Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji bo parastina rêyên bazirganiya deryayî li Tengaviya Hormuzê operasyonên hewayî li dijî Îranê dest pê kirine. Li hember vê yekê, Îranê jî ragihand ku li dijî armancên leşkerî yên Amerîkayê li Herêma Kendavê êrîşên bersivê pêk aniye.

CENTCOM di daxuyaniya xwe de got ku armanca operasyonan ew e ku ewlehiya keştiyên sivîl û rêyên bazirganiyê li Tengaviya Hormuzê biparêze. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyon bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump hate destpêkirin.

Li gorî medyaya fermî ya Îranê, di êrîşên li parêzgeha Hürmüzganê de yek xebatkarekî telekomunîkasyonê jiyana xwe ji dest da û du kes birîndar bûn. Di êrîşek din de li bajarê Mahşehrê jî yek kes hat kuştin û çar kes birîndar bûn.

Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê jî ragihand ku wekî bersiv, baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Behreyn, Urdun û Kuveytê û hin pergala radarê li Umanê armanc girtine. Li gorî ajansa fermî ya IRNA, Baregeha Hewayî ya Prens Hasan li Urdunê, navenda fermandariya balafirên bêmirov li Behreyn û baregehên Ali el-Salem û Ahmed el-Cabir li Kuveytê di nav armancan de bûn.

Piştî van pêşveçûnan, artêşa Urdunê ragihand ku çar mûşekên ku ji Îranê hatibûn avêtin ji aliyê pergala parastina hewayî ve hatine hilweşandin. Yetkilîyan gotin ku di bûyerê de ne kesek jiyana xwe ji dest daye û ne jî zirarek maddî çêbûye.

Serfermandariya Giştî ya Kuveytê jî ragihand ku pergala parastina hewayî ya welêt ji bo armancên hewayî yên ku wekî metirsî hatine tesbîtkirin çalak kiriye.

Wezareta Karên Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de got ku êrîşên dawî yên Amerîkayê hewildanên dîplomatîk ên mehên dawî têk birine û şert û mercên bêbaweriyê li Tengaviya Hormuzê dîsa çêkirine.

Herwiha, zêdebûna tengezariya herêmî bû sedema bilindbûna bihayên petrolê li bazarên navneteweyî.

Share this content:

Post Comment