DYE MEKANÎZMEKE BÊŞERÎ LI NAVBERA ÎSRAÎL, TIRKIYE Û SÛRIYÊ DE AVA DIKE

DYE MEKANÎZMEKE BÊŞERÎ LI NAVBERA ÎSRAÎL, TIRKIYE Û SÛRIYÊ DE AVA DIKE

Dewletên Yekbûyî dixebite ku di navbera Îsraîl, Tirkiye û Sûriyê de ji bo pêşîlêgirtina têgihiştinên şaş û pevçûnên leşkerî yên gengaz mekanîzmayeke nû ya ragihandinê bê damezrandin. Hat ragihandin ku piştî êrîşa dawî ya Îsraîlê li ser baregeha hewayî ya Ebu Zuhur li bakurê rojavayê Sûriyê, ev hewldan hat bileztirin.

Nûnerê taybet ê DYEyê ji bo Sûriyê û Balyozê wê li Tirkiyê Tom Barrack, di axaftina xwe ya bi Reutersê re de got ku armanca mekanîzmeya bêşerî ew e ku tengezariya leşkerî ya di navbera aliyan de ji kontrolê dernekeve.

Barrack diyar kir ku Tirkiye berê ji êrîşa Îsraîlê ya li ser Ebu Zuhur nehatibû agahdarkirin. Wî got ku dema Ankara dît ku balafirên Îsraîlê ber bi bakurê, aliyê Tirkiyê ve diçin, ihtîmala ku Tirkiye bersiveke leşkerî amade bike derket holê. Barrack got ku bi serketina aqilê hevpar re ji bilî pêşketina tengezariyeke nû hat pêşîlêgirtin.

Tirkiye êrîşên Îsraîlê li ser baregeha hewayî ya Ebu Zuhur şermezar kir, lê heta niha derbarê mekanîzmeya gengaz a bêşeriyê de agahiyên berfireh nedaye.

Mekanîzmeya bêşeriyê tê wateya avakirina kanalên rasterast ên ragihandinê di navbera aktorên cuda yên leşkerî an siyasî de, ji bo ku têgihiştinên şaş û pevçûnên bi tesadufî pêk tên bêne astengkirin.

ÇIMA ÎSRAÎL EBU ZUHURÊ ARMANC GIRT?

Barrack got ku dibe ku li pişt êrîşa Îsraîlê de vê têgihiştinê hebe ku Tirkiye dikare hebûna xwe ya leşkerî li Ebu Zuhur zêde bike. Nûnerê Amerîkî diyar kir ku êrîşê bi eşkere pêdiviya mekanîzmayeke rasterast a ragihandin û koordînasyonê di navbera Îsraîl, Tirkiye û Sûriyê de nîşan da.

Barrack got ku Washington di vê mijarê de bi awayekî çalak dixebite û girîngtirîn pêşînî kêmkirina tengezariyê û vekirina rêya nêzîkatiyeke ölçedar di navbera aliyan de ye. Wî herwiha bal kişand ser pêdiviya xurtkirina kanalên heyî yên parvekirina agahiyan û diyalogê.

Baregeha hewayî ya Ebu Zuhur, ku nêzî 70 kîlometre li başûrê sînorê Tirkiyê ye, ji sala 2013’an ve wekî balafirgeheke leşkerî ya çalak nayê bikaranîn. Baregeh di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de çend caran desthilatdarî guherand û piştî hilweşandina rêveberiya Beşar Esad ket bin kontrola rêveberiya nû ya Sûriyê.

Televîzyona dewletê ya Sûriyê Al-Ahbariya, bi agahiyên ji çavkaniyeke leşkerî, ragihand ku Îsraîl heşt êrîşên hewayî li ser pista baregehê û tesîsatên depokirinê pêk anîne. Çavkaniyeke leşkerî û sivîlekî ku li herêmê dijî jî gotin ku di êrîşan de kesek nehat kuştin. Artêşa Îsraîlê li ser êrîşan şirove nekir.

DANÛSTANDINÊN ÎSRAÎL-SÛRIYÊ

Îsraîl salan e dibêje ku armanca êrîşên wê li ser hedefên li Sûriyê sînordarkirina bandora Îranê li welêt û astengkirina şandina çekan ji bo Hizbullahê li Lubnanê ye.

Piştî hilweşandina Beşar Esad di sala 2024’an de, Îsraîl li hember rêveberiya nû ya Sûriyê bi tedbîr nêzîk dibe û operasyonên xwe yên leşkerî li welêt berdewam dike.

Tê ragihandin ku Sûriye û Îsraîl ji hilweşandina rêveberiya Esad ve çend dor danûstandin ji bo kêmkirina tengezariyê û nîqaşkirina ewlehiya sînorê pêk anîne, lê heta niha lihevkirinek nehatiye bidestxistin.

Barrack got ku êrîşa li ser Ebu Zuhur nîşan da ku divê van danûstandinan berfireh bikin û di navbera aliyan de mekanîzmayeke xurttir a ragihandinê ava bikin.

Nûnerê Amerîkî diyar kir ku veberhênana li mekanîzmayên xurtir ên ragihandin û koordînasyonê ji bikaranîna rêbazên leşkerî, ku dikarin bi sed milyon dolarên Amerîkî lêçûn bikin, pir erzantir e.

Share this content:

Post Comment